Cejna Êzidiyan li Êlihê hat pîrozkirin
Welatiyên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji cih û warê xwe derketin û li Êlihê bicih bûne, Cejna Çarşema Sor bi xemginî pîroz kirin.
Welatiyên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji cih û warê xwe derketin û li Êlihê bicih bûne, Cejna Çarşema Sor bi xemginî pîroz kirin.
Welatiyên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe derketin û li Êlihê bicih bûne, Cejna Çarşema Sor bi xemginî pîroz kirin.
Welatiyên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe derketin û hatin li konbajarê gundê Qorkê ya bajarokê Awîska ya navçeya Qubîna Êlihê bi cih bûn, "Cejna Çarşema Sor" bi xemginî pîroz kirin. Bi dehan welatî ji bo Cejna Çarşema Sor pîroz bikin herîkin kombajarê ku êzidî lê bicih bûne. Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, namzetên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz, nûnerên saziyên cîvakên sivîl û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de ji bo kesên di têkoşîna Şengal û Kobanê de jiyana xwe ji destdanê rêz hat girtin.
Pîştî rêzgirtinê li ser navê Êzidiyan Hacî Alî Kartal axivî û kesên di têkoşina Şengal û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bibir anî. Kartal diyar kir ku di dîrokê de gelê Kurd ti carî zordarî li ser nîjad, çand û bawerîya kesê nekiriye. Kartal da zanin ku gelê Êzidî her tim ji bo ol û baweriya xwe têkoşiyaye û wiha got: "Di dîrokê de 73 ferman di serê Êzidiyan de hatiye. Bila DAIŞ baş zanibe bi êrîşên wan em ê dev ji doza xwe bernedin."
Pîştî Kartal, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr axivî û cejna hemû êzdiyan pîroz kir. Ozdemîr bilêv kir ku ji bo îro di nava gelê Êzidî de cejnê pîroz dikin gelek keyfxweş in û ev tişt gotin: "Em divê bawerî de ne ku demek herî nêz de em ê li ser axa pîroz Beyta Laleşê bi hemû gelê xwe re Cejna Çarşema Sor pîroz bikin."
Pîştî Ozdemîr, dûa hatin xwendin û welatiyên Êzidî hêkên boyax kirin li hev dan. Disa di cejnê de xwarinên ji çanda Êzidiyan hat belavkirin. Her wiha ji bo zarokan ji şano hat lîstin.