Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Helbestvanê kurd ê navdar Seydayê Cegerxwîn di 28’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Seydayê Cegerxwîn ku di 22’yê Cotmeha sala 1984’an de li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da, di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya di hewşa mala wî de hate bibîranîn. Di merasîma ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo ve hate organîzekirin de, rêveber û endamên Saziya Zimanê Kurdî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Hunermendan, şagirtên Cegerxwîn û gelek kesên din jî amade bûn.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de bi xwendina helbesta Cegerxwîn a bi navê “Kîne Em” dom kir. Piştî xwendina helbestê Endama Saziya Zimanê Kurdî Nesrîn Doku axaftinek kir û diyar kir ku Seydayê Cegerxwîn tevkariyek gelekî mezin daye zimanê kurdî. Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Beşîra Derbeş jî, destnîşan kir ku ew gotinên Cegerxwîn niha bi avakirina xweseriya demokratîk re bicîh tînin û xwedî lê derdikevin.

Endamên Yekîtiya Hunermendan, hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo jî axaftin kirin û helbestên Cegerxwîn xwendin.

Merasîm bi xwendina helbestan bidawî bû.