AKP, serokkomar Erdogan û hevkariyên xwe ji ber ku gihîştine qonaxa dawî ya têkçûnê, ew dînbûn û harbûna xwe di ser çapemeniya xwe de nîşan didin. Ji ber vê jî ne pîvanan nas dikin, ne jî exlaq. Tiştê baş dikin ew e ku li ser sifreyekê dikare hezar derewan bikin.
AKP û serokkomar Erdogan zîhniyeta ku pê rabûne ji dîrokê digirin. Di roja îro de bi versiyonên cuda derdikevin pêşberî me. Zîhniyeta xwe ji împaratoriya Osmanî ve digirin, zîhniyeteke ku li ser berîserdan (ilhak) û dagirkeriyê ye. AKP xwe weke împaratorî û serokkomar Erdogan jî xwe weke xelîfeyê pêncemîn dibîne. Ev zîhniyeta împaratorî û xelîfetiyê gel, ol û nasnameyên cuda biçûk dibîne, ji jor de dinêre û dixwaze her tim gel ji wan re serê xwe bitewîne û bîatê bike. Di çanda bîatê de bi taybet jî li Rojhilata Navîn bi tirsandin û bi rêbaza pê re xeyidandinê civak bi rehetî tê birêvebirin. Ev yek di tevgerên AKP û Erdogan de herî li pêş e. Dema mirov gotinên Erdogan yên ji welatiyekî re digot diya xwe jî bigire û biçe, wezîrê wî ÎNŞ (Îdrîs Naîm Şahîn) ku ji welatiyekî re digot kêfxweşiya xwe ka bi avêtina teqleyekê nîşan bide û gelek mînakên bi vî rengî hene ku bi kîjan çavê vî li gel dinêrin nîşan dide.
BI ZÎHNIYETA ENVER PAŞA TEVDIGERE
AKP û Erdogan hîn jî bi zîhniyeta berbelavî (yayılmacı) û berîserdanê ya dema împaratoriyê tevdigere. Hîç naxwaze rastiya dinyayê, polîtîkaya dinyayê, îradeya gelan bibîne û dixwaze polîtîkayên împaratoriyê pêş bixîne. Bi psîkolojiyeke sedsal berê ya împaratoriyê tevdigere. Nêzîkatiya ji bo Lîbya, Iraq û Sûriyeyê jî wisa ye. Polîtîkaya mudaxele û berîserdanê ji xwe re heq dibîne. Hîn Sûriye weke eyaleteke xwe, her wiha Rojhilata Navîn jî weke eyaleteke xwe dibîne. Ev zîhniyeta Enver Paşa ya têkçûyî û riziyayî ye. Heke ev zîhniyet, zîhniyetek rast bûya dê Enver Paşa bi ser ketibûya. Dubarekirina vê siyasete, ew ê encamên Enver Paşa bi xwe re bîne û bi xwe re tîne jî. Li Iraq, Misir û Lîbyayê wisa bû. Îro li Sûriyeyê wisa ye. Bi heman zîhniyetê bi lez û bez mudaxeleyî Sûriyeyê bikin ku bi ser axa xwe ve bikin. Ev hesabên têkçûnê û yên windakirinê ne. Her wiha zîhniyeta Enver Paşa zîhniyeteke qirkirinê bû. Ermenî, Suryanî, Rûm û gelên din qir kirin. Îro jî ev zîhniyeta qirkirinê bi rêbazên hîn ziravtir bi destê AKP’ê ve tê meşandin. Lê weke ku qirkirinek tuneye jî yan jî di paşerojê de pêk nehatiye tevdigere.
Yek jî di zîhniyeta AKP û Erdogan de Senteza Tirk-Îslamê heye. Dixwaze ku hemû kesên li ser navê Îslamê tevdigerin di bin banê tirkîtiyê de bigihêjin hev û ji tirkîtiyê re xizmetê bikin. Li vê derê AKP xwe weke împarator, Erdogan jî xwe weke xelîfe yan jî padîşah dibîne. Ev yek di zîhniyeta Erdogan de bi awayekî eşkere xwe dide der. Ev yek di pêşwazîkirina serokdewletê Filîstînê Mahmud Abbas de hate dîtin. Serokkomar Erdogan bi eskerên ku cilûbergên eskerî yên 16 dewletên Tirk li xwe kiribûn serokdewletê Filîstînê Mahmud Abbas pêşwazî kir. Ev yek xwe derkirina zîhniyeta Senteza Tirk-Îslamê ye.
ERDOGAN Û HÎTLER ÇIQAS DIŞIBIN HEV
Yek jî taybetiya zîhniyeta AKP’ê û Erdogan çi ye? Xwe hîn bêtir li ser dijminantiya Kurdan ava kiriye. Balkêş e, bi gelek aliyên xwe çiqas dişibe Hîtler. Hîtler siyaseta xwe li ser dijminantiya Cihûyan ava kir. Erdogan jî siyaseta xwe li ser dijminantiya Kurdan ava kiriye. Erdogan li ku derê destkeftiyên Kurdên azad hebe dixwaze tune bike, mînaka herî rojane û li ber çavan di polîtîkaya wî ya li Sûriyeyê de xuya dike. Hîtler, ji rexneyê re qet tehemul nedikir û yên derdora xwe biçûk didît û biçûk dixist. Tevgerên Erdogan bînin ber çavên xwe gelo çi cudahî di navbera tevgerên wî û Hîtler de heye.
AKP û Erdogan li Rojhilata Navîn siyaseta xwe li ser sê tiştan dimeşîne. Yek bi zîhniyeteke dijwar li dijî kurdayetiyek azad e. Di Kobanê de di asta herî jor de xwe da der. Dudo, dijminantiya Elewî, civat û olên din dike. Sisê jî weke DAIŞ û El Nûsrayê mezheba Selefîtiyê esas digire. Ji bo ku vê siyaseta xwe bimeşîne bi nêzîkatiyeke Makyavelîst tevdigere û her tiştî ji bo xwe mubah dibîne. Hemû pîvanên exlaqî binpê dike.
ERDOGAN Û AKP ŞIRÎKÊ DAIŞ’Ê NE
Rexmî hemû bertekên navneteweyî û yên xwecihî dîsa jî piştgiriya DAÎŞ’ê dike. Ev yek di belgeyên fermî yên DAÎŞ’ê ku di çapemeniya kurd de hate weşandin de hate dîtin. Her wiha rojnameya Cumhuriyetê TIR’ên tijî sîleh çawa diçin ji DAÎŞ’ê re eşkere kir. Di çapemeniya cîhanê de jî ev piştgiriya AKP’ê û Erdogan hate vegotin. Heke îro DAÎŞ malên gel talan dike, jinan difroşe û destdirêjiyê dike û bi awayekî hovane mirovan serjê dike para AKP’ê û Erdogan tê de pirr e. Wê demê AKP û Erdogan jî şirîkê vê hovîtiya DAÎŞ’ê ne û di vê de rola wan pirr zêde ye. Her wiha ji ber vê yekê ye, zihniyeta tecawizkar û qetilkirinê li Tirkiyeyê jî rewa tê dîtin.
LI BAŞÛR HEVKARÎ PÊŞ XISTINE
AKP û Erdogan ji bo împaratoriya xwe li ser lingan bigirin, hevkarî pêş xistine. Têkiliya AKP’ê û hin hêzên li Başûr jî baş tê zanîn. Li Enqereyê heke serê AKP’ê biêşe, li Başûr jî KDP pê diêşe. Divê KDP dev ji vê hevkariya bi AKP’ê re berde. Îro li Başûr Rûdaw TV bi awayekî eşkere li dijî tevgera azadiyê û destkeftiyên kurdan nûçeyên derewîn ên reşkirinê diweşîne. Her çiqas KDP’ê serkeftina HDP’ê pîroz kir jî, divê vê sekna xwe di pratîkê de jî nîşan bide. Tiştê ku AKP û KDP’ê digihîne hevdû hêrsa desthilatiyê ye.
DÎN Û ÎMANA WAN DEREW E
AKP û Erdogan weke meseleya diz û xwediyê malê tevdigere. Xwediyê malê dev ji diz berdaye, diz dev jê bernade. Piştî rizgarkirina Girê Spî çapemeniya AKP’ê rojane nûçeyên derewîn diweşînin û har bûne. Li aliyê din li Başûr jî Rûdaw TV hevkariya xwe bi cih tîne. Rojane nûçeyên derewîn ji aliyê çapemeniya AKP’ê û hevkariyê wê Rûdaw TV ve têne weşandin. Di vê meha remezanê de manşetên rojnameyên AKP’ê û weşanên wê tijî nûçeyên derewîn in. Di hemû olan de tiştê yekem dibêje ‘derewan neke’, lê ev kesên qaşo ji xwe re dibêjin misilman li ser sifreyekê hezar derewan dikin. Nizanim ereb û tirkmanan sirgûn dikin, nizanim zextê li ser gel dikin. Çawa ku ti eleqeya van tiştan bi rastiyê re tune, ti eleqeya van kesan bi dîn û îmanê jî tune. Li aliyê din hevkarê wê Rûdaw TV jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê di nav kampanyayeke reşkirinê de ye. Weke xwediyê xwe ew jî li sifreyekê hezar derewan dike.
Em ê li vir behsa etîkê çapemeniyê nekin. Ji ber ku li cem wan ne etîk, ne qûral, ne jî exlaqê çapemeniyê heye. Li cihekî ku exlaq û etîka çapemeniyê tunebe, behskirina wê bi kêrî tiştekî naye. Tiştên ku ew dizanin çi ye? Derdê wan ew e ku îro dereweke çawa bikin ku xwediyê wan ji wan re bêje ‘aferîn’ e.
TIRSA WAN JI TÊKÇÛNA WAN E!
Çima ewqas har bûne? Çima ewqas bêperwa tevdigerin? Çima serî li derewan û reşkirinê didin? Ji ber ku piştî serkeftina HDP’ê ya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û piştî rizgarkirina Girê Spî ji aliyê hêzên YPG, YPJ, Bûrkan El Firat ve tu maskeyên wan nema ku karibîn gel bixapînin. Tirsa wan ji têkçûna wan e. Digotin ew ê Kobanê bikeve, lê ew ji desthilatiyê ketin. Hê jî fêm nakin û di hovîtiyê de israr dikin. Li hemberî paradigmaya Rêber Apo ya neteweya demokratîk ku pêşengtiya Sûriyeyeke demokratîk dike tu şensê zîhniyeta AKP’ê û Erdogan tune.
Harbûna wan ji vê, bêperwatiya wan ji vê. Ev yek jî tirsa dila wan mezintir bike û ew ê nikaribin li hemberî yekitiya gelan ku bi neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêş dikeve bi ser bikevin. Têkçûn para AKP û Erdogan e, serkeftin jî ya gelan e.