Canbay a MLKP’yî li Amedê hat definkirin
Endama MLKP'ê Berfû Canbay li ser daxwaza wê li Amedê hat definkirin. Canbay a ku miraza wê dema ku jiyana xwe ji dest da axa Dersimê li ser gora wê werbikin, bi gulên Dersimê ve hate definkirin.
Endama MLKP'ê Berfû Canbay li ser daxwaza wê li Amedê hat definkirin. Canbay a ku miraza wê dema ku jiyana xwe ji dest da axa Dersimê li ser gora wê werbikin, bi gulên Dersimê ve hate definkirin.
Endama Partiya Marksîst, Lenînîst, Komînîst (MLKP) Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçuk) a ku di 8’ê îlonê de li gundê Qulçî ya ser bi Dersimê ve di şerê navbera leşkeran û MLKP'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê hat definkirin. Cenazeyê Canbay ji aliyê malbatê ve ji morga Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin duh êvarê anînbûn Amedê. Cenazeyê Canbay li ser wesiyeta wê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoya Amedê ji aliyê hevalê xwe û gel ve hat definkirin. Di merasîmê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Ûca, endam û rêveberên HDP, DBP, ESP, Dengê Platforma Girtî û Nemiran (OTSP), MEYA-DER û gelek kes amade bûn.
Darbesta Canbay bi ala sor û gulên ji Dersimê anîbûn xemilandin. Jinan darbesta Canbay hilda û heta goristanê bi dirûşmên "Bijî PKK”, "Şehîd namirin" alên sor û posterê Canbay hildan. Di merasima definkirinê de pankarta "Berfû Dîlan Canbay bê mirine" hat vekirin. Dema ku Canday hat definkirin dayika wê Melek Canbay lorand û got: "Berfû ma ji bo ez te bikim binê axê min te anî cîhanê." Canbay ji aliyê jinan ve sipartin axê. Piştî definkirina cenaze, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
'BERFÛ ALA ZÎLAN Û SEMAYAN HILGIRT'
Di merasimê de Hevseroka MEYA-DER'a Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku Berfû ala Zîlan û Semayan hilda û got ku Berfû li hemberî zilmê serî netawand, wê ew jî ala wê hildin û riya wê bişopînin.
'JINEK CIWAN GULE BERDA FAŞÎZMA AKP'Ê'
Piştî Dîcle, Alîkara Serokê Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Arjîn jinek ciwan a gule berda faşîzma AKP'ê û ji gotina wê ji bo me 'Divê jin xwe li dijî faşîzma AKP'ê birêxistin bikin' bû. Em ê jî heta dawî li ser riya wan têkoşînê bilind bikin.”
'WÊ HERÎ DAWÎ AKP JEHRÊ VEXWE'
Li ser navê OTPS'ê Îsmet Yurtsever axivî û da zanîn ku ev 40 sal e ji baranê zêdetir xwîna zarokên wan dirijînin û wiha pêde çû: "AKP aştiyê wek jehrê dibîne, lê wê AKP herî dawî jî jehrê vexwe."
Piştî axaftinan dayika Canbay û hevalên wê axa ji Dersimê anîbûn li ser gora wê wer kirin û gor bi gulên Dersimê xemilandin.
Ji bo Canbay li Erxeniyê serdanên sersaxiyê tên qebul kirin.