Çalakiyên li Colemêrgê belavî taxan bûn

Li Colemêrgê endamên YDG-H’ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat çalakiyên xwe li taxan belav kirin.

Li Colemêrgê endamên YDG-H’ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat çalakiyên xwe li taxan belav kirin.

Li Colemêrgê endamên YDG-H’ê ji bo şermezarkirina 16’êmîn salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat li taxên Berçelan û Kiranê çalakî li dar xistin.

Ciwanan li ser rêyan bend danîn û molotof û bombeyên deng avêtin panzerên li ber Walîtiya Colemêrgê. Bi dehan maşînên zirxî ketin kuçeyên taxan û bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşê ciwanan kirin. Çalakiyên ku bi saetan e didomin de polîs heya niha bi bombeyên gazê taxan di bin gazê de hiştin.

Pêvçûnên di navbera ciwan û polîsan de li hin cihan berdewam dikin.