Çalakiyên ji bo destekkirina Farqînê dewam dikin

Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Bremen û Berlînê, berxwedana Farqînê hat silavkirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo destekkirina Farqînê didomînin.

Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Bremen û Berlînê, berxwedana Farqînê hat silavkirin.

Li Bremenê, li ser banga TJK-E gelek jinên Kurdistanê civiyan û ji bo destekê bidin berxwedana Farqînê meşeke bi meşaleyan pêk anîn. Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de terora dewleta Tirk a li Farqînê didome, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zext û girtina aktîvîstên Kurd li Elmanayayê, hatin şermezarkirin. Mîtîng bi belavkirina belavokên bi zimanê Elmanî bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Bi heman armancê li bajarê Elmanya Frankfûrtê çalakiyek hat lidarxistin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, meş û mîtîngek pêk hat. Di mîtînga li ber Haûptbahnhofê de, bi sedan kes amade bûn.

Endama Meclîsa Jinê ya Amara Delal Yaman li mîtîngê peyivî û berxwedana Farqînê silav kir. Yaman diyar kir ku AKP wê hesabê xwîna rijandiye bide.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistaniyan li Brandenbûrger Tor mîtîngek lidar xistin. Girseya gel a li ser banga NAV-DEM Berlîn û Meclîsa Jinên Kurd civiyan, tecrîda li ser Ocalan û terora dewletê ya li Farqînê şermezar kirin.