Çalakiyên gerîla zêde dibin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 13’ê Îlonê li dijî qereqola Serê Sevê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi hewanan çalakiyek li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku di vê çalakiyê de bi awayekî bi bandor li 3 çeperan xistine, ragihand ku 12’ê Îlonê jî li dijî qereqola Êrîş çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin: 13’ê Îlonê saet 10.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li girê Harûna yê li qada Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dar xistin û leşkerek kuştin.

LI DIJÎ QEREQOLA SERÊ SEVÊ ÇALAKÎ

13’ê Îlonê saet 07.00’an hêzên me li dijî qereqola Serê Sevê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 çeper hatin hedefkirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Çiyayê Reş da ber obus û hewanan.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

12’ê Îlonê danê êvarî hêzên me li dijî yekîneyek dijman a piyade ku li nêzî qereqola Êrîş digeriyan çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

LI DIJÎ YEKÎNEYA LEŞKERÎ ÇALAKÎ

13’ê Îlonê saet 16.00’an hêzên me li dijî yekîneyek artêşa TC ya li qada Kêlik a navçeya Qileban a Şirnexê çalakî li dar xistin. Li ser vê leşkeran xwe ji qadê kişandin.

12’ê Îlonê saet 12.00-14.00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên xwe li girê Şehîdan a girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê bi cih kiribûn bi çekên giran çalakî li dar xistin û leşkerên artêşa TC çeperên xwe terikandin. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

NAVBERA WAN-ŞIRNEXÊ BI SER ŞANTIYEYÊ HATE GIRTIN

Artêşa TC demek e bi armanca xebatên leşkerî hewl dide mabeyna Wan-Şirnexê rêyekê çêbike. Hêzên me beriya niha jî şantiyeya ku vê xebatê dike hişyar kiribûn.  Tevî hemû hişyariyan jî ev şantiyeya xebat domandin, lewre jî hêzên me 13’ê Îlonê saet 06.45’an bi ser vê şantiyeya ku rê çêdikir de girtin. Di vê serdegirtinê de 2 kepçe hatin şewitandin. Her wiha li vir mabeyna hêzên me, yekîneyên leşkerî yên veşartî û cerdevanan de şerekî demkurt rû da.

LI PAYÎZAVA RÊ HATE KONTROLKIRIN

13’ê Îlonê saet 13.00’an hêzên me li sêgoşeya mintiqayên Şamanis- Kesirkê- Imk ên girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di vê çalakiyê de hêzên me nasname kontrol kirine û têkîldarî pêvajoy gel agahdar kirine.

OREMAR JI HÊLA ARTÊŞA TIRK HATE BOMBERDÛMANKIRIN

13’ê Îlonê saet 13.20’an balafirên şer ên artêşa TC qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kirin. Dîsa saet 20.30-22.00’an qada Sumbul jî ji hêla balafirên şer hate bomberdûmankirin. Di encama bomberdûmanan de agir bi eraziyê girtiye.

LI DIJÎ QEREQOLA ŞEREFIYE BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ

2’yê Îlonê saet 17.30’an gerîlayên me li dijî qereqola Şerefiye ya girêdayî Şirnexê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin, piştî çalakiyê qereqolê derdora xwe da ber tank, obus û çekên A-4. Heman qereqola 4’ê Îlonê saet 12.30’an careke din bi çekên giran hate hedefkirin.

13’ê Îlonê danê sibehê saet 08.40’an hêzên me li dijî qereqola Evnêbenat a girêdayî Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Têkîldarî encamên çalakiya ku gelek çeperên qereqolê bi bandor hatin hedefkirin, agahî nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê, qereqolên TRT Gabar û Evnêbenat ketober li qadên derdora xwe dan, pêgerên hewayî yên bêmirov jî geriyane.

LI DIJÎ LEŞKERÊN DERKETIN OPERASYONÊ BI TERZÊ SERDEGIRTINÊ ÇALAKÎ

11’ê Îlonê artêşa TC li dijî qada Şehîd Xemgîn a girêdayî Tetwanê bomberdûmanek dijwar pêk aniye. Qad, di serî de ji hêla helîkopterên Kobra hate hedefkirin, piştre jî balafirên şer bomberdûman kirine. Dûv bomberdûmanan, artêşa TC 12’ê Îlonê danê sibehê dest bi operasyonek bejahî kir û êrîşek bi tarzê serdegirtinê li gelek nuqteyan pêk anî. Yekîneyek gerîlayên me êrîşa yekîneyek leşkerî ferq kirine û şer rû daye. Di vî şerî de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin, li dijî yekîneyek cuda jî 2 çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin. Piştî vê çalakiyê, helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

Di vî şerî de hêzên gerîlayên me bi awayekî saxlam ji qadê veqetiyane.

OPERASYONA ARTÊŞA TIRK A LI TENDUREKÊ

30’ê Tebaxê li qada Çiyayê Tendurekê ya mabeyna navçeyên Ebexa Wanê û Bazîda Agiriyê de artêşa TC dest bi operasyonek berifeh kiribû. Di vê operasyonê de artêşa TC a zêde kuştî û birîndarên wê çêbûn, bi navber qadê dide ber obus, tank û hewanan. Li hin cihên eraziyê kamera û cîhaz bi cih kirine. Hin ji van kamera û cihazan ji hêla gerîlayên me hatine tespîtkirin û îmhakirin.

Di operasyona Tendurekê de bi dehan guleyên BKC, Klêş û HK-33 ên artêşa TC û gelek çenteyên leşkerî hatine desteserkirin.”