Çalakiyên gerîla didomin
Li hember êrîşên artêşa Tirk di çalakiyên ku gerîlayan pêk anîne gelek leşker mirin
Li hember êrîşên artêşa Tirk di çalakiyên ku gerîlayan pêk anîne gelek leşker mirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li hember êrîş û operasyonên artêşa Tirk ên di çarçoveya tevgera dagirkirinê de çalakiyên bi bandor ên gerîlayan didomin.
HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ev agahî bi raya giştî re parve kir.
AMED
“16’ê Tebaxê li hember girê qereqola Girê Morê yê girêdayî Pasûr a Amedê gerîlayên me çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiya ku ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Eyaleta Amedê şehîd ketine pêk hatiye, gerîlayan ji du milan ji nêz ve li girê qereqolê dane. Çepereke aîdî qereqolê ku hatiye tinekirin, der heqê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal nehatiye girtin. piştî çalakiyê bi 10 deqeyan ji ber derdora qereqolê bi çeka A-4 û tankan hatiye bombekirin û gulebarankirin li eraziyê şewat derketiye.
15’ê Tebaxê qereqola Sûveren a girêdayî Darahênê ya Çewlikê ji ber ev du roj in hem derdora xwe û hem jî derdora gundên Duzkopan û Pol bi tank û topan bombe dike li eraziyê şewat derketiye, şewat hê didome.
16’ê Tebaxê saet 20.00’an guzergeha rê ya di navbera navçeyên Hênê û Pîran ên Amedê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. heta 03.00’ê şevê di kontrolê de hatiye girtin.
16’ê Tebaxê saet 20.30' li hember tabûra tankan a li navenda navçeya Licê ya Amedê ji aliyê gerîlayên me yên YJA STAR ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Qereqola ji sê milan ve bi roketavêj û çekên ferdî hedef hatiye girtin, kamerayên mobese yên li derdora tabûrê hatine îmhakirin. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk nehatiye zelalkirin.
16’ê Tebaxê saet 18.40 li hember girekî di navbera bendava Farqîn û navenda Farqînê de ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye girtin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de ku mirî û birîndarên artêşa Tirk bi temamî nehatin zelalkirin, bi çavan hat dîtin ku 5 leşker hatine kuştin, çekeke A4, wesayîteke transît û 4 çeper hatine îmhakirin. Piştî çalakiyê saet 20.00’an û 17’ê Tebaxê saet 06.10’an 2 helîkopterên Kobra qada çalakiyê bombe kirine.
SÊRT
16'ê Tebaxê saet di navbera 17:00-21:00 de gerîlayên me yên YJA Starê rêya di navbera navçeya Sêrt Berwarî û navçeya Wan Şaxê li çûnûhatinê girtin, 30 wesayît dan sekinandin û kontrola nasnameyan kirin.
MÊRDÎN
16'ê Tebaxê saet di 19:15'an de gerîlayên me li hemberî qereqolek li Mêrdînê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 3 leşkerên di kûleya qereqola Ewinê ya Stewrê hedef hatine girtin. Di vê çalakiya bi çekên sûîqestê, ferdî û giran hat kirin de, li ser bersiva leşkerên li kûleyê, ji bo demeke kurt şer derketiye. Der barê mirî û birîndarên artêşa TC de agahiyeke zelal bi dest nehat xistin.
ÇEWLIK
Roja 15'ê Tebaxê, li navçeya Çewlik Kanîreşê piştî çalakiya gerîlayên me, artêşa TC derket operasyonê û di vê operasyonê de mizgeft, goristan û erdê gundekî şewitand. Operasyon piştî nîvro saet di 14:30 de bi awayekî bê encam bi dawî bû.
Di 16'ê Tebaxê saet di 22:00 de, stasyoneke baz a li Çîrîs a Çewlikê, stasyoneke baz a li gundê Kanyanê û stasyona TRT a li navenda Çewlikê ji aliyê gerîlayên me ve hatine şewitandin.
BEDLÎS
Roja 16'ê Tebaxê saet di 17:00 de, li hemberî qereqola Şêx Cûma ya Bedlîsê, gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.
Ji 12'ê Tebaxê û vir ve rêyên di navbera Bedlîs-Tetwan û Tetwan-Xîzan di bin kontrola gerîlayên me de ne.
ERZÎROM
16'ê Tebaxê saet di navbera 19:30-20:30 de rêya di navbera navçeyên Qereyazi û Qereçoban ên Erzîromê ji aliyê gerîlayên me ve li çûnûhatinê hat girtin. Piştî kontrola nasnameyan û propaganda li ser pêvajoyê, rê saet di 20:30 de hat vekirin.
16'ê Tebaxê saet di 18:00 de li hemberî stasyona baz a li gundê Metrît ê navçeya Qamuşanê gerîlayên me çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê te stasyona baz hat rûxandin. Di heman demê de, ji ber ku guh neda hişyariyên li ser birîna daran, 2 traktor, 2 motorên daran û 2 telefonên şexsî Yên şîrketeke taybet, hatin îmhakirin.
HATAY
14'ê Tebaxê saet di 10:30 de li dijî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep dûpişk a li navbera gundên Haltûn û Tespîn ên Îslahiye ya Hatayê, gerîlayên me ji bo bîranîna hevalê me Şehîd Mazlûm çalakiya sabotajê pêk aîn. Di encama çalakiyê de maşîna zirxî bi temamî hat îmhakirin. Li dû çalakiyê, ji saet 11:00 heta 17:00 artêşa TC li qadên Tespînvî, Tnadûr, Yayla Ovacik û Yayla Kamter derket operasyonê, lê bê encam ma. Piştî demekê saet di 18:30 de maşîneke zirxî û maşîneke kar hatin enqazê maşîna zirxî rakirin.
DÊRSIM
16'ê Tebaxê, li hemberî stasyonên Avea, Turkcell û 3G ên li gundê Turktener ê navçeya Dêrsim Xozadê, gerîlayên me çalakiya sabotajê pêk anîn û hemû stasonên baz îmha kirin.
Roja 6'ê Tebaxê saet di 18:00 de gerîlayên me elektrîka diçe ji Qereqola Amûtka ya li navçeya Xozadê birîn û hînê elektîk qutkirî ye.
COLEMÊRG
16'ê Tebaxê saet di 13:40-14:30 de li qada Şapata ya li ser xeta Şemzînan-Geverê ya di bin kontrola gerîlayên me de ye, artêşa TC bi maşînên zirxî hewl da derkeve operasyonê. Li ser vê yekê gerîlayên me bi çekên giran û ferdî derbên bi bandor li 4 wesayîtan xistin û leşkerek li vir bi giranî birîndar bû.
16'ê Tebaxê saet di navbera 06:00-08:00 de, gerîlayên me li qada Nêrduşa ya li ser xeta Şemzînan-Geverê, çalakiya girtina rê lidar xistin. Gerîlayên me di vê çalakiyê de nasname kontrol kirine û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.
XAKURKÊ
16'ê Tebaxê saet di 14:00 de li hemberî qereqola Garê ya li nava sînorê Xakurê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê de ye, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin. 2 mewziyên di vê çalakiyê de hedef hatin girtin, bi temamî hatin îmhakirin. Her wiha li van mewziyan çekeke giran a li dijî balafiran tê bikaranîn, hat îmhakirin. Piştî çalakiyê qereqola Garê gule li derdora xwe reşand. Ji ber vê yekê şewat li derdorê derket û ji gelê sivîl kesek birîndar bû. Der barê windahiyên artêşa TC ên ji ber vê çalakiyê de, agahiyeke zelal bi dest nehat xistin."