Gerîlayên HPG’ê li Bakurê Kurdistanê li gelek navendan çalakiyên bi bandor li dar dixin. Piştî ku gerîlayên HPG’ê rêya Şemzînan-Şapatanê xistin bin kontrola xwe, çalakiyek bi bandor li hemberî leşkerên xwestin bikevin herêmê li dar xistin.
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 19 gelawêjê 2015, 16:54
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku, gerîlayên HPG’ê li Bakurê Kurdistanê li gelek navendan çalakiyên bi bandor li dar dixin. Piştî ku gerîlayên HPG’ê rêya Şemzînan-Şapatanê xistin bin kontrola xwe, çalakiyek bi bandor li hemberî leşkerên xwestin ku bikevin herêmê li dar xistin.
HPG’ê got: “Gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de, roja 17’ê Tebaxê saet 13:30’î çalakiyek li hemberî Midûriyeta Polîsan a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên ve çalakiyê nehatine zelalkirin; piştî çalakiyê artêşa Tirk xwestiye ku bi wesayîtên zirxî mudaxale bike, lê gerîlayên me bi çekên giran û ferdî li wesayîtên zirxî xistine û wesayît paşde zivirîne.
Roja 18’ê Tebaxê di saet 05:00’an de artêşa Tirk xwestiye ku bi gelek wesayîtên zirxî operasyonekê li hemberî gerîlayên me yên rêya Şapatan – Şemzînan xistine bin kontrola xwe bide destpêkirin. Li ser vê yekê gerîlayên me artêşa Tirk a xwestiye bikeve herêmê bi çekên giran û ferdî xistine û pevçûn derketine. Di pevçûnê de bi awayekî zelal 9 leşker hatine kuştin. Di heman demê de artêşa Tirk herêma Şapatanê bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye û nêzî 10 malên welatiyên sivîl ên li wê herêmê zerar dîtine û 4 mirovên sivîl jî birîndar bûne. Di dema vê pevçûnê de hevalê me yê bi navê Azad (Baz) Yîgît gihiştiye şehadetê.
Agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd ket wiha ye:
Nasnav: Baz Feraşîn
Nav û Paşnav: Azad Yîgît
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Fatma – Kadîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Tebaxê 2015 / Colemêrg
Roja 17’ê Tebaxê saet 01:00’ê dema ku artêşa Tirk xwestiye bi 10 wesayîtên zirxî û 1 kepçeya zirxî bikeve Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê bi bersivdayîna ciwanan re pevçûn derketiye. Saet 03:30’î gerîlayên me bi armanca mudaxaleyê 3 wesayîtên zirxî bi çekên roketavêj û ferdî hedef girtine. Hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk ên vê çalakiyê nehatine zelalkirin, hêza hatibû operasyonê vekişiyane.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 20:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li navenda Wanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku ji aliyê Tîma Şehîd Mehmet Goyî ve hat lidarxistin, 3 polîsên li pêşiya wesayîteke li Taxa Yenî ya li navenda Wanê hatiye hedefgirtin. Di çalakiya ku bi çekên ferdî hat kirin de 2 polîs bi giranî birîndar dibin. Artêşa Tirk heya sibê derdora taxê rasterast gulebaran kiriye.
Roja 18’ê Tebaxê saet di navbera 18:00 û 19:30’an de rêya li ser rêgeha Depê û Kewê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin, kontrola nasnameyan a gelê di 100 wesayîtan de hatiye kirin û ji gel re der barê pêvajoyê de agahî hatiye kirin.
Roja 19’ê Tebaxê di saet 05:00’an de artêşa Tirk xwestiye bi 8 wesayîtên zirxî bikeve Şehîdgeha bi navê Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl a li navçeya Gimgim a Mûşê. Artêşa Tirk piştî ku derdora Şehîdgehê ji aliyê helîkopterên Kobra ve tê gulebarankirin, dixwazin bi awayê konvoy bikevin Şehîdgehê, lê konvoya leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên ferdî û giran ve bi awayekî bi bandor hedef hatiye girtin. Welatî ku ber bi Şehîdgehê ve diherikin, xwedî li şehîdgehê derdikevin û bi armanca bibin mertalên zindî tên herêmê artêşa Tirk neçar dimîne bê encam vekişe.
Roja 18’ê Tebaxê di saet 19:00’an de gerîlayên me rêyekî li ser rêgeha di navbera Bedlîs û Xîzanê de xistine bin kontrola xwe, kontrola nasnameyan kirine û xebatên propagandayê ji gel re kirine. Çalakî di saet 20:30’an de hatiye bidawîkirin.
Roja 17’ê Tebaxê gerîlayên me çalakiyek li hemberî qereqola Teteroz a girêdayî gundê Zorava yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê li dar xistine. Agahiyekî zelal a der barê mirî û birîndarên leşkerên Tirk de nehatiye bidestxistin.
Roja 18’ê Tebaxê di saet 09:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyonên bazê yên Turkcell û Avea yên li gundê Xarikê yên girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê hatiye lidarxistin, di çalakiyê de îstasyonên bazê bi temamî hatine rûxandin.
Rêya di navbera Dêrsim – Pulûrê de ji roja 18’ê Tebaxê ve di bin kontrola gerîlayên me de ye. Ji roja 18’ê Tebaxê saet 19:00’an heya roja 19’ê Tebaxê saet 06:00’an gerîlayên me rê di kontrola xwe de girtine û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Ji roja 18’ê Tebaxê ve rêya di navbera Dêrsim – Erzinganê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Ji roja 18’ê Tebaxê saet 19:30’an heya roja 19’ê Tebaxê saet 06:00’an kontrola rê dewam kiriye, piştî kontrola nasnameyan hat kirin çalakiya kontrola rê di saet 06:00’an de hatiye bidawîkirin.
Me beriya niha diyar kiribû ku roja 16’ê Tebaxê li gundê Karakale yê di navbera navçeyên Dîgor û Qaxizman ên Qersê de di navbera gerîlayên me û artêşa Tirk de pevçûn derketiye û me encamên wê aşkera kiribû. Em îro agahiyên nasnameyên hevalên xwe yên şehîd ên tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûne aşkera dikin.