Bombeya gazê ya ku polîs avêt malekê şewat derxist

Bombeya gazê ya ku polîs avêt malekê şewat derxist

Girseya ku xwest bimeşe ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê rastî êrîşa polîsan a bombeya gazê hat û di encama bombeya li malekê ket de şewat derket.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin girseya kul i Caddeya Emekê hatin cem hev û xwestin bimeşin ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê rastî êrîşa polîsan hatine. Hate hînbûn ku polîsfan bi wesayîtên TOMA ava şid reşandin ser gel û bi helîkopteran jî bombeya gazê reşandine ser girseyê.

Di encama avêtina bombeyên gazê de bombeyeke gazê li malekê ket û di malê de şewat derket. Ekîba îtfayê ku hate cihê bûyerê hewl dide agir vemirîne. Hate hînbûn ku li Şeqama Nukhet Coşkun û Emekê di navbera girseyê û polîsan de pevçûn didome.

Ji ber ku girse li ser cadeyan kom bûn ji navçeyên Kayapinar û Yenîşehîrê wesayît şandin cihê bûyerê.