Duh birayê Wekîlê AKP’ê yê Şirnexê Mehmet Emîn Dîndar, Remezan Dîndar di encama êrîşek çekdarî de hatibû kuştin , îro sipartin axê.
Duh di demjimêrên şevê de birayê Parlementerê AKP’ê yê Şirnexê Mehmet Emîn Dîndar, Remezan Dîndar rastî êrîşa çekdarî hatibû û giran birîndar bibû. Dema ku Dîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê di rê de mir. Cenazeyê Dîndar ji bo otopsiyê anîn Cizîrê.
Dîndar piştî nimêja li Mizgefta Ûlû ya Cizîrê ku Wezîrê Çandinî û Lawirvaniyê Mehdî Eker, Waliyê Şirnexê Vahdetîn Ozkan, Alîkarê Weîrê Çandinî û Gundiyan Kutbetîn Arz û hinek parlementerên AKP’yî tevlî bibûn li Goristana Asrî hate veşartin.
Hate ragihandin ku, ji ber Parlementerê AKP’ê Şirnexê Mehmet Emîn Dîndar dervey welate nekarî bigihije merasima cenazeyê birayê xwe Remezan Dîndar.