'Binketina AKP'ê wê bibe serketina vîna gelan'

Endama komîteya TEV-ÇAND'ê Têkoşîn Cûdî der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê, êrîşên AKP'ê û girîngiya serketina HDP'ê, axivî. Cûdî bang li hemû gelan, bi taybetî jî gelê Cizîra Botan kir, ku xwedî li dengê xwe derkeve.

Endama komîteya TEV-ÇAND'ê Têkoşîn Cûdî der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê, êrîşên AKP'ê û girîngiya serketina HDP'ê, axivî. Cûdî bang li hemû gelan, bi taybetî jî gelê Cizîra Botan kir, ku xwedî li dengê xwe derkeve.

Cûdî da xuyakirin, ku şert û mercên tecrîdê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin, pêvajoya nû dide nîşandan û got, "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Her wiha berxwedana gelan a ji bo azadiyê, silav dikin. Bi taybetî gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku li ber xwe dide û xweseriya xwe îlan kiriye. Her wiha em wan komkojiyên ku bi serê gel ve hatin şermezar dikin. Û bejna xwe li ber pîroziya şehadeta wan ditewînin. Em dibêjin ku êdî gelê me li hember polîtîkayên hovane yên AKP hişyar bûye. Ji lewra êdî wê bi ti awayî nebe qurban.''

'ÊDÎ NIKARIN DAXWAZA GEL A AZADÎ, AŞTÎ Û ARAMIYÊ BIFETISÎNIN'

Cûdî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên ku AKP li hember îradeya gelan pêk tîne, her wiha çavkoriya wan di şerê desthilatdariyê û got: "AKP îro weke em dibînin êdî nerazîbûna xwe li hember îradeya gelan bi rêbazên hov tîne ziman. Teqîna ku herî dawî li Enqereyê pêk anî, dijbertiya xwe ya li hember aşîtî, biratî û pirrengiya gelan bi awayekî aşkera nîşan dide.  Berê yek dewlet, yek ziman û netewe bû, lê îro ji wê zêdetir dirûşmeya wan; tenê AKP ye. Ne ji bo gelê Tirkiyê û ne jî ji bo ew gelê ku tê ser sindiqan dengê xwe dideyê ye. Berevajî ew her tiştî ji bo berjewendiya xwe û ji bo parastina kursiya xwe ya ku di qesra xwe de veşartî ye bike. Her wiha ji bo ku karibe bi desthiladariya xwe hamû gelan biperçiqîne, pêvajoyek da destpêkirin. Îro AKP di oxira desthilatdariya xwe de her nirxekî gel dike qurban. Ne jin, ne zarok, ne kal û pîr, ne Kurd, ne Tirk, ne Ereb û ne jî kesek din nanase. Her dem vê peyama xwe dide 'yê ku li hember desthiladariya min bibe asteng wê were qetil kirin'.  Hêrsa wan hemû jî ji serketina HDP ya 7'ê Hezîranê ye û di heman demê de derketina holê ya îrade gel e. Her wiha mirov dikare bêje ku AKP êdî nikare ji pêwîstiyên civakê re bibe bersiv yan jî mirov dikare wiha bêje; AKP êdî nikare daxwaziya gel a azadî, aşîtî û aramiyê bifetisîne. Ji ber wê jî di pêvajoya 7'ê Hezîranê de jî hemû hêviya gel serketina HDP bû."

'AKP DI SEKRATÊ DE YE'

Cûdi di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku nerazîbûna AKP hemû li hember serketina HDP ya di 7'ê Hezîranê de ye, her wiha ji ber ku dizanin ku gihiştine xala dawî û bi vî awayî dom da gotina xwe: ''Ji ber ku HDP ne tenê ji bo gelê Kurd xebitî û ne tenê ji bo gelê Kurd projeya xwe ya demokrasiyê danî holê.  Gel jî zanîbû ku tenê yê ku karibe li ser esasê azadî û demokrasiyê di heman demê de li ser fikir û felsefeya Rêber APO xweseriya gelan bike diyarî, HDP ye.  Ev rastî jî di 7'ê Hezîranê di bi awayekî pir vekirî hate destnîşan kirin. Lewma AKP jî xwest nerazîbûn û netehemûlbûna xwe li hember ve zanebûna gele bîne. Ji lewra êdî têghiştine ku planên wan ên ku Tirkiyê heya dawî bi rêve bibin, gihişt xala dawiyê û çend kêliyê wê yên jiyanê mane. Ji ber wê divê hemû gelên ku li Tirkiyê dijîn ku her kes jî dizane Tirkiyê cihê civakeke pir rengî ye, bizanibin û bikevin ferqa ku AKP di sekrata mirinê de ye û hêdî hêdî ber bi dawiyê ve diçe. Bi hêviya ku karibe xwe xilas bike hîn jî perpitînên xwe yên dawî bike. Ji ber wê jî ketiye tevgerê bi her rêbazî gel bê deng bike, lewma biryar girtine ku wê sindoqên hilbijartinê ji bajarên Bakurê Kurdistanê rakin. Ev jî tê wateya ku ew bi ti awayî naxwazin HDP li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser bikeve. Ji ber wê sedemê jî ew bi êrîşên xwe vê peyamê didin gelan' ji bona biserxistina desthiladariya xwe di van hilbijartnan de çi pêwîst be ez ê bikin û bidim.'  Ji fikirandina bi dengên gel û hilbijartinan ve zêdetir fikara wî tenê ez ê çawa karibim xwe dîsa bikim hikûmet û li ser piyan bisekinim. Ji ber wê jî komkujiyên gel hemû dane ber çav. Ji xwe mesajên xwe yên dawî bi vî rengî didin."

'CIVAK JI DESTHILATDARIYÊ BI HÊZTIR E'

Cûdî da zanîn ku êdî gel bi li hember kiryarên AKP hişyar bûye ji lewra pêngavên gelek mezin li Bakurê Kurdistanê davêje û got: "Lê gelê me weke ku em bi awayekî zindî dibînin li hember van hemûyan hişyar bûye. Bi rêya şerê gelê şoreşgerî û îlankirina xweseriya demokratîk peyama xwe ya neqebûlkirina desthiladariyê û iktîdarê dide. Êdî gelê me dibêje ku em deshiladariya ku ziman, çand û hebûna me qedexe bike, qebûl nakin. Berevajî em dixwazin weke gel, weke civak îradeya xwe bi xwe temsîl bikin, her wiha bi îradeya xwe meclîsên xwe hilbijêrin, em AKP ya ku ji bo temenê xwe dirêj bike hilbijartinan dixe rojevê û pêşwext dike, qebûl nakin û red dikin.' Yek ji rastiyên ku mirov bi tu awayî nikare piştçav bike ewe ku civak ji deshiladariyê bi hêztire.  Dibe ku di vê demê deshiladarî hakîm be, lê em ji bîr nekin ku hêz her dem li gel îrade û ruhê berxwedêr yê civakê ye. Ev îrade û ruhê azad jî tu caran natefe, bi hezaran sale li ber xwe dide. Ji lewra hemû polîtîkayên ku AKP li ser gelan pêk tîne û vê îradê û vî ruhê her dem hedef digre. Em rastiye bixwezin çima di mîtîngên ku AKP tê de piropagandaya xwe dike de ti teqîn çênabin? Çima li cihên ku diçinê ji bona komkirina dengan bi ne ti awayî alozî dernadevin ne jî ti midexele çêdibe.  Me hemûyan şahidî ji komkojiya ku di mîtînga aştiyê ya Enqerê de çêbû dît. Di wir de qaşû ewqas polîs ewlekarî digirtin dîsa jî ewqs gel hatin kuştin, ruxmî wê jî polîs ser her tiştî re bombeyên gazê davêt nava gel. Ji xwe gelek ji wan jî ber bombeyên gazê gihiştin mertebeya şehadetê. Her kes jî dizane eger ew bixwezin ewlekarî ewqas lewaz nîne. Ji ber wê jî ew li ku derê dixwezin mîtîngên xwe li dardixînin. Û li gorî xwe û desthiladariya xwe propagandaya xwe didin meşandin."

Cûdî da xuyakirin ku çawa ji berê ve jî gel her dem ji çûyîna ber bi azadiyê ve netirsiye ew ê niha jî netirse û welê pêde çû: "7'ê Hezîranê jî li gel AKP tirseke pir mezin da avakirin. Ji ber wê jî ew dixwaze bi her rebazê astengî li hember îradeya azad ya gel bide avakirin. Ew jî bi rêya komkujiyan bi awayekî aşkera rûyê xwe derdixin holê. Bi topan êrîşî ser taxên kurdan dikin bi taybet piştî ku xweseriya xwe îlan kirin.  Tenê dixweze çavên gel ji serxwebûnê bide tirsandin, lê gel jî vê nîşan dide em natirsin. Berevajî her dem dibêjin me berê jî pir bedel dan em niha jî ji bona bedelên di oxira azadiyê de amede ne.  Ji xwe dirûşmeya wan ya yek netew li milekî êdî ew jî nema ye. Li Rojhilata Navîn tiştekî bi navê yek netew nîne ji ber ku li her derê her kes heye. Rojhilata navîn bi pirrengiya xwe ve tênasîn.  Her kesekî ku di 7 hezîranê de dengê xwe da HDP  di heman demê de dengê xwe da yekîtiya hemû gelan. Lê AKP ji bona ku karibe tenê AKP bihêle û hukûmetê  dîsa avabike, divê destpêkê 400 mîletwekîlê derxîne.   Ji lewra karibe qanûnan bide geuhertin û li gorî berjewendiyên xwe bide nûkirin. Her wiha ew dûbaraya dîrokên bere hatine jiyan kirin weke yên padîşehên ku di sarayan de jiyan, dide çêkirin. Lê her dem ew qebûl nekiriye û wê demê jî li hember wan derketiye û daye hiweşandin. Ji ber wê jî em dibêjin di van hilbijartinan de jî wê îradeya gel dîsa bi ser bikeve. Ji ber ku ev berxwedan û sekna gele ya li hember deshiladariyê serhildêr dîrokiye. Û ti caran wê nesekine."

'BÊÇALAKÎTÎ RÊZDARIYA LI HEMBERÎ ÎRADEYA GELAN E'

Cûdî girîngiya biryara bêçalakîtiyê anî zimam, di heman demê de bal kişand ser berdewam kirina êrîşên AKP û axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêvajoyeke bêçalakîtiyê ji aliyê KCK'ê ve hatiye destpêkirin. Bêguman ew biryar ji bo dîroka 1'ê Mijdarê xwedî girîngiyeke pir mezine. Ji lewra wê gel biherike ber bi sindoqan ve û wê îradeya xwe derxîne holê. Li hember vê îradê jî biryara bêçalakîbûnê hatiye girtine.  Lê ev xaleke girînge ku mirov bal bikşîne ser dema ku em dibêjin bêçalakbûn tucaran dev ji parastina rewa nayê berdan.  Ev tê wateya eger di rewşeke êrîşeke cidî bê jiyan kirin wê bersiva wêna tund bê dayîn. Daxuyaniya KCK divê mirov bi vî rengî fêm bike. Hem mirov rê li pêşiya weke amûr girtina dest digre.di heman demê de bêçalakîbûn rêzdariya li hember îradeya ku gele bi taybet ji boan 1'ê mijdarê. Di daxuyaniyê de jî ev yek pir zelal hatiye destnîşan kirin.  

Polîtîkayên AKP her dem weke xwe ne. Ji xwe eger wan bixwasta gavek ber bi aştiyê ve bavêjin wan ê di vê pêvajoyê de bi awayekî polîtîk, bi riya muzekereyan bigihiştana çareseriyekê. Lê wan ev tişt ji bona xwe watedar nedîtin. Ji berku polîtîkaya ku her dem ji xwe re esas digirtin polîtîkaya înkar û îmhayê ye.  Lê em dibêjin her tiştekî ji destê me were ji bona aramiya jiyana gel bi taybet dema çûyîna ser sendiqan emê bikin.  Lê ruxmî vê biryara bêçalakiyê dîsa jî AKP bi awayekî bênavber êrîşên xwe didomîne. Xuyaye ku wê ti caran dev jê bernede jî."

'JI BO AZADIYA RÊBER APO'

Cûdî diyar kirin ku ji bo azadî û demokrasiyê dengdayîna HDP'ê pir girîng e û bi vî awayî dewam kir: "Bangawaziya me jî ew e ku li pêşiya me hilbijartinek heye, hem ji bo azadiya civakê hem jî ji bo azadiya Rêbertî  di heman demê de ji bo ev projeya ku civak lê xwedî derketiye, ji bo ku  rêveberiyên xweser bikaribin binecih bên dengdayîna HDP'ê pirsgirêk e. Bi taybet ji bona demokrasîxwazên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dimînin. Divê mirov vê jî bide zanîn binketina AKP wê bibe serketina îradeya gelan. Lê eger berevajî çêbibe wê alozî hîn kûrtir bibe. Ji bo ku  gelê dixwaze bi rastî jî bi aştî û azadî bijî û ji bo ku azadiya Rêber APO bibe weke vekirinekê, em dengdayîna HDP girîng dibînin." 

'JI BO AZADIYEKE CIVAKÎ DENG BIDIN HDP'Ê

Cûdî bi bangawaziya xwe dawî li axaftina xwe anî û got: "Ez bi xwe jî weke hevalek ji Botanê bang li hemû gelê Botanê dikim, di heman demê de ez berxwedaniya wan a bêhempa pîroz dibînim û silav dikim. Ew gelekî ku bi salane ji bo azadiya xwe li ber xwe dide. Bi taybet li Cizîra Botan, Silopiya, Şirnex, Hezex, hemû bajar û taxên wê, divê ji bo azadiya civakî her kes dengê xwe bide HDP ji ber ku HDP partiyeke demokratîk e. Ez dibêjim her kes divê dengên xwe bidin HDP bi taybet gelê Cizîrê û dîsa HDP yekemîn derkeve di wir de. Ji lewra pêwîste her kes xwedî li dengên xwe derkeve. Di dawiyê de ez bejna xwe bi rêzdarî li ber berxwedaniya gel ditewînim."

...