Bînen ê li Farqînê hat qetilkirin spartin axê
Cenazeyê Serhat Bînen ê duh ji aliyê leşker û polîsan ve hate qetilkirin li gundê Şefkatê hate definkirin.
Cenazeyê Serhat Bînen ê duh ji aliyê leşker û polîsan ve hate qetilkirin li gundê Şefkatê hate definkirin.
Cenazeyê Serhat Bînen ê duh ji aliyê leşker û polîsan ve hate qetilkirin li gundê Şefkatê hate definkirin. Bavê Bînen, Vedat Bînen di merasîmê de axivî û got ku kurê wî beriya jiyana xwe ji dest bide gotina, "Heta xwîna min neyê rijandin ez vê axê naterikînim" bi kar aniye û ew bi kurê xwe ve serbilind e.
Cenazeyê Serhat Bînen (25) ê li navçeya Farqîna Amedê di encama gulebarana leşker û polîsan a li dijî gel pêk hat de jiyana xwe ji dest da ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê piştî karên otopsiyê hate wergirtin û ew birin gundê Şefkatê û li vir hate definkirin. Cenazeyê Bînen li gund ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li vir cenaze bi meşê û bi dirûşmên "Şehîd namirin" anîn goristana gund.
Cenaze li goristana gund bi dûayan hate definkirin
Dayika Bînen, Maşallah Bînen piştî ku cenaze hate definkirin axivî, ji bo gelê Kurd ser saxî xwest û wiha got: "Şehîdê min, şehîdê gel e. Serhat nemir, şehîd bêmirin in. Bijî berxwedana Farqînê."
Bavê wî Vedat Bînen jî ev tişt anî ziman: "Tiştên ku Îsraîlê bi Filistînê kir, wan jî li Farqînê kirin. Ti ferqa wan ji DAIŞ'ê tineye. Em dixwazin êdî mirina Serhatan bila dawî be. Me dixwest zarokên me bi pênûs, lênûsk û çandê mezin bibin. Lê çi heyf e di vî cofrafyayê de ne pêkan e. Xwîna me vedixwin, malên me dişewitînin lê hê jî têr nabin."
Bînen got ku kurê wî beriya bê qetilkirin jêre gotina "Heta xwîna min nerije ez ji van axan dernekevim" bi kar aniye.
Bînen bilêv kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û wê her tim jî serbilind bin. Bînen ev tişt anî ziman: "Ji bilî Kurdan dostên Kurdan tineye. Em ne dijminê Tirkan, ne yên Ereban ne jî yên Farsan e. Em tenê biratiya gelan dixwazin. Canê me biçe jî em dîsa jî dibêjin biratî."
Piştî axaftina Bînen merasîma li goristanê bi dawî bû, girse derbasî konî sersaxiyê bû.