Piştî êrîşa li Dîlokê pêk hat, êrîşên nijadperestan ên delaliyên AKP’ê ne û di bin parastina polîsan de li hemberî avahiyên BDP’ê dest pê kirin. Di nava du rojan de 6 avahiyên BDP’ê li rastî êrîşan hatin.
Li Tirkiyeyê Kurd her tim bi êrîşên nijadperest ên bi piştgiriya dewletê re rû bi rû dimîne. Bi taybet dema êrîş li hemberî polîs û leşkerên Tirk pêktên ev êrîş jî zêde dibin. Hedefa yekem a van êrîşan jî BDP ye. Weke mînaka Ahmet Koca tenê ji ber ku bi Kurdî axivî li kolanê li rastî êrîşa bi dehan polîsênTirk hatin, bi dehan mînakên weke vê hene.
Li aliyek ê welêt banga aşitiyê tê kirin, li aliyek din di bin navê “hesasiyetên welat” de Kurd li rastî êrîşan tên. Dîsa li aliyek ê welat, gelê Roboskiyê yên li hewara leşkerên ku zarokên wan qetil kirine diçin û wana rizgar dikin, lê li aliyê din jî partiya ku temsîla Roboskiyê dike li rastî êrîşan tên.
LI DIJÎ 6 AVAHIYAN ÊRÎŞ
Îro serê sibê di demjimêr 04.00'an de kesên nasnameyên wan nediyar, benzîn li deriyê avahiya BDP'ê ya Kocaeliyê ku li Qada Ozgurlukê li qatê 6'mîne kirin û şewitandin. Şewata ku gihişt hundirê avahiyê zirarek mezin da avahiya BDP'ê.
Di 20'ê Tebaxê de jî piştî teqîna li Dîlokê avahiyên BDP'ê yên bajar û navçeyan ji aliyê faşîstan ve hatibûn şewitandin û wêrankirin. Lê polîsan koma faşîst asteng nekiribûn. Di 21’ê Tebaxê de jî navçeyên Nîzîp û Ereban ên Dîlokê li rastî êrîşan hatin û hatin şewitandin.
Di 21’ê Tebaxêde notek tehdîdê danîn ber avahiya BDP’ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê û ji pakêta danîn ber avahiyê jî 2 molotof derketin.
Hemapiştî teqînê komek ulkucu ku ji nêzî 300-400 kesan pêk dihat êrîşên avahiyên BDP'ê yên navçeya Şehîtkamîlê avahiya Bajar a BDP'ê kirin. Avahiya BDP'ê ya Şehîdkamîlê, Yavuzselîm tev şewitandin û avahiya BDP'ê ya bajar jî camê wê şkandin.
Dîsa di êvara êrîş pêk hat de avahiya BDP’ya Navenda Dîlokê ji li rastî êrîşê hat û camên avahiyê hatin şkandin.