Bîlançoya hewldana komkujiyê ya li Farqînê
Bîlançoya hewldana komkujiyê ya li Farqînê aşkera bû. Di êrîşa polîs-leşkeran de ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek xanî, wesayît û kargeh hatin şewitandin.
Bîlançoya hewldana komkujiyê ya li Farqînê aşkera bû. Di êrîşa polîs-leşkeran de ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek xanî, wesayît û kargeh hatin şewitandin.
Polîs, leşker û tîmên taybet ên Tirk, ku piştî ragihandina qedexeya derketina derve bi hejmareke zêde ketin nava navçeyê, navçe veguherandin qada şer. Li Farqînê, ku duh tevahiya rojê dengê çekan û bombeyan dihat, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes birîndar bûn; 10 xanî, 15 kargeh û 15 wesayît hatin şewitandin.
Polîs û leşkerên Tirk ên duh tevahiya rojê li navçeya Amed Farqînê êrîşî gel kirin, navçe veguherandin qada şer. Gelê Farqînê bi ragihandina xwerêveberiyê re xwest bi xweparastin, kolandina xendekan û danîna bendan pêşî li êrîşan bigire. Tîmên taybet ên ketin nava hewldana komkujiyê, gule li xanî, kargeh û wesayîtan reşandin û dan ber agir. Êrîş herî zêde li taxên Tekel, Mescît, Konak û Selahattîn rû da. Piştî ku leşker û polîsên Tirk xwe ji van taxan vekişandin, rewşa şer a li navçeyê aşkera bû.
XANÎ, KARGEH, WESAYÎT HATIN RÛXANDIN
Li kolana Sîlvanê ya li taxa Mescîtê, dikaneke manîfatura ji aliyê polîsan ve hat şewitandin. li heman kolanê, tîmên taybet bi çekên giran gule li marketekê û dikaneke pêlavan reşandin û di encamê de zerareke mezin li dikanan çêbû. Camên malên li kolana Sîlvanê hatin şikandin û ji ber gulereşandina tîmên taybet avahiyek ji 2 qatan şewitî. Her wiha ji ber gulereşandinê li dîwarên 5 malan zerareke mezin rû da. Li dîwarên bi dehan kargeh û wesayîtên li kolana Sîlvanê şopa bi sedan guleyan hatin dîtin. 5 klîmayên li şaneşînên malên li taxa Mescîtê, ji ber gulereşandinê xera bûn.
BÎNEN JI ALIYÊ SEGVAN VE HAT ÎNFAZKIRIN
Li avahiya Guntekîn a li kolana Sîlvanê ku Serhat Bînen lê jiyana xwe ji dest da, xisareke mezin rû da. Bînen ê li qatê jorê yê avahiyê bû, ji aliyê segvanê polîsê Tirk ve hat qetilkirin. Tîmên taybet ên Tirk piştî înfazê ketin hundirê avahiyê, deriyên malan şikandin û bombe avêtin hundirê mala Keyayê taxa Mescît. Li kolanên taxa Mescîtê 1 qemyon û 4 otomobîlên welatiyan, ji ber gulereşandinê û maşînên zirxî yên tîmên tevgera taybet, hatin rûxandin.
STRANA 'OLURUM TURKIYE-EZ LI SER TIRKIYEYÊ DIMIRIM' DAN GUHDARÎKIRIN, HEQARET LI GEL KIRIN
Xendekên hatin kolandin û bendên hatin danîn jî ji aliyê dozerên polîsan ve hatin dagirtin û rakirin. Li meydana Azîzoglû ya taxa Mescîtê bi qasî 10 maşînên zirxî yên bi tîpa kobra, mîna ku serketin bi dest xistine, strana 'olurum turkiyem-li ser te dimirim tirkiye' lêdan û heqaret li şêniyên taxê kirin.
Yek ji cihên pevçûn lê dijwar bû, taxa Tekelê bû. Camên gelek malan hatin şikandin û 4 mal ji ber gulereşandina ji maşînên zirxî yên bi tîpa kobra, zerareke welê dîtin ku nema dikarin bên bikaranîn. Tîmên taybet ên Tirk her wiha bombeya destan avêtin mala Fatma û Ramazan Can. Ji ber teqînê zerar li malê bû. Her wiha ji ber gulereşandina polîsan li dikan û marketekê zerareke mezin rû da.
GOTIN 'TEKBÎR' Û WESAYÎT DAN BER AGIR
Li ber navenda tenduristiyê ya bi hejmara 4'an a li taxa Tekelê, tîmên taybet 6 wesayîtên sivîl dan ber agir, her wiha kefçeyek û 3 otomobîl jî ji ber gulereşandinê şewitîn. Şêniyên herêmê ragihandin ku tîmên taybet û leşkeran bi gotina 'tekbîr' êrîş dikirin.
2 KESÊN DIN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li Taxa Tekel, piştî ku teqîna bombeya destan a polîsan avêtin nava mala Fatma û Ramazan can, welatiya bi navê Hanîfe Dûrak a 80 salî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Veysî Toraman ê 60 salî yê li Taxa Yuksekê dima, di dema şer û pevçûnan de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 2 kesên di pevçûnên li taxên Mescît û Tekelê birîndar bûn, rakirin Êlih û Amedê. Ji ber êrîşa segvanan jî Handan Altûnterûn (20) ji lingê xwe, Ayşe Topdemîr (16) ji stuyê xwe birîndar bûn. Li taxên Ferîdûn û Konakê jî hin welatî ji ber pevçûnan bi sivikî birîndar bûn.