Endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî bi şîara, “Bila Qirkirina 38’an a Dêrsimê bê nasîn, bi heqîqatan re rû bi rû bên” ji Parka Seyîd Riza ya Dêrsimê ber bi Qada Bûgday a Elezîzê ya ku Seyîd Riza û hevrêyên wî hatibûn darvekirin meşiyan.
ANF
DÊRSIM
duşem, 16 sermawezê 2015, 17:18
Endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî bi şîara, “Bila Qirkirina 38’an a Dêrsimê bê nasîn, bi heqîqatan re rû bi rû bên” ji Parka Seyîd Riza ya Dêrsimê ber bi Qada Bûgday a Elezîzê ya Seyîd Riza û hevrêyên wî hatibûn darvekirin meşiyan.
14’ê Mijdarê heyeta ku ji 6 kesên endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî pêk dihat derket rê, 15’ê Midjarê piştî meşa 16 saetan gihiştin Qada Bûgday a Elezîzê. Li gara Xozat a Elezîzê, heyet ji aliyê DBP’yî, HDP’yî, endamên Komaleya Pîr Sûltan Abdal, Komaleya Çanda Mûnzûr û gelek kesan hat pêşwazîkirin.
‘FEVZÎ ÇAKMAK TAXA HERÎ DÛRÎ DÊRSIMÊ YE’
Heyet bi çepikan ji aliyê şêniyên taxên Esentepe, Fevzî Çakmak û Yildiz Baglari ku piştî 1980’an Dêrsimiyên ji Dêrsimê xwe li Elezîzê bi cİh kirine ava kirine, hatin pêşwazîkirin, ji vir ber bi Qada Bûgday a Elezîzê meşiya. Hatîce Yeşîl a 85 salî ku şahidî ji Dêrsima 38’an kiriye bi axaftina, “Hûn bi xêr hatin taxa herî dûrî Dêrsimê ya parçeyê wê yê sirgûn, êş, hesretê; bila Xizir alîkarê we be” endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî pêşwazî kir.
‘EM XWEDÎ LI MIFTEYÊN WINDA YÊN ÇIYAYAN DERKEVIN’
Hevberdevkê Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî got: “Em wek dewama Seyîd Riza dimeşin, ji bo em xwedî li kilîla winda ya çiyayan derkevin gavan diavêjin.”
‘QEDEXEYA KOLANAN SENARYOYA 90’Î YE’
Guven bang li Şaredarê Elezîzê yê AKP’yî Mucahît Yanilmaz kir û wiha got: “Niha em jî wek ewladi Kerbela bang dikin, qîr dikin. Pêwîst e navê Qada Bûgday a Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin darvekirinn bibe Qada Heqîqetan. Ev êşa 78 sal berê pêk hatiye, em naxwazin êdî berdewam bike. Keça Seyîd Riza, Leyla Aglar berî jiyana xwe ji dest bide bi 2 hefteyan gotibû, ‘Ez dixwazim gora bavê xwe bibînim, li ser bilorînim’ û niha jî em qîr dikin, ti rehet razê Dayika Leyla, em ê li wasiyeta te xwedî derkevin. Ji bo mirovên me yên bê kefen ketine axê, em ê bilorînin. Em ê li ser gora Pîrê xwe Seyîd Riza fatihayên xwe bixwînin û findên xwe pêxin.”