Bila êrîşa Şengalê wek ‘qirkirina Êzidiyan’ bê nasîn
Şengaliyên piştî êrîşa DAIŞ’ê koçî Şirnexê kirin, daxwaz kirin ku êrîşa pêk hatiye bila wek ‘Qirkirina Êzidiyan’ bê nasîn.

Şengaliyên ku piştî êrîşên DAIŞ’ê koçî Şirnexê kirin diyar kirin ku êrîşa li dijî Êzidiyan pêk hatiye bila ji aliyê parlamentoya Ewropayê ve wek ‘Qirkirina Êzidiyan’ bê qebûlkirin. Gelê ku li Navenda Jiyana Bîşenk a Şirnexê meş pêk anîn, dovîzên bi Kurdî, Erebî, Îngîlîzî, yên weke ‘Ji Şengalê re azadî’, ‘Bimire DAIŞ’, ‘ji Ezidîxan re azadî’ hatin hildan û dirûşên ‘An Azadî An Azadî’ hatin berzkirin.
Îlyas Îso li vir daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di tevahiya dîrokê de Kurdên Êzidî ji ber bawerî û nasnameya xwe di bin dehan komkujiyê re derbas bûye û got ku divê rayagiştî ya cîhanê li dijî êrîşên demên dawî yên DAIŞ’ê ên li dijî Êzidiyan bêdeng nemîne.
Îso wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê ji 3’ê Tebaxê û vir ve êrîşên hov li dijî gelê me pêk anîn. Jinên Êzidî revandin û firotin. Serê zarokên biçûk jêkirin. Serê wan li kolanên Şengal û Mûsilê gerandin.”
Îso bang li hemû raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û xwest ku raya giştî ya Ewropa û parlamentoya Ewropayê ji van hovîtiyan re bêje êdî bes e û komkujiya li ser Êzidiyan pêk hatiye wek qirkirin bê naskirin.