‘Bila cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bên aşkerakirin’
Komeleya Şêx Seîd a li Amedê xwest cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bên aşkerakirin.
Komeleya Şêx Seîd a li Amedê xwest cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bên aşkerakirin.
Komeleya Şêx Seîd a li Amedê xwest cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bên aşkerakirin.
Li Amedê Komeleya Şêx Seîd bi munabeseta salvegera 90’emîn a Serhildana Şêx Seîd li Qada Şêx Seîd daxuyanî da çapemeniyê. Endamên komeleyê, endamên Meclîsa Daîmî ya Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleyê Kasim Firat daxuyanî da. Firat anî ziman ku piştî 1925’an bi qatîamên wekî Zîlan, Agirî, Mehebad, Dêrsim, Helebçe, Roboskê, Şengal û Kobanê bi dehan qatlîaman maf, edelat û azadiya gelê kurd ji aliyê rejîmên faşîzan ve ji holê hatin rakirin. Firat wiha got: “Bila bê zanîn ku daxwazên kurdan û yên kurdistaniyan ên maf, azadî û edalaletê ti caran nikare bê astengkirin.”
Firat da zanîn ku di Serhildana Şêx Seîd a 1925’an de ji bo rastî bên ronîkirin di serî de dewleta Tirkiyeyê, hêzên herêmî û yên navneteweyî yên di qatlîamê de berpirsyariya wan hene lêborînê bixwazin, mafên hatine xesbkirin bên îadekirin, mafên madî û manewî bên tanzîmkirin komîsyoneke ku haqîqetan lêkolîn bike dixwazin bê avakirin. Firat xwest cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê dewletê ve tê veşartin bê aşkerakirin.
Daxuyanî piştî dûayên ji bo kesên di Serhildana Şêx Seîd de jiyana xwe ji dest dan hate kirin bi dawî bû.