'Bila AKP dest ji êrîşa gel û şaredariyên me berde'

Hevserokên Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk, nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP ‘ê yên li hember gel û şaredariyan. Di daxuyaniyê de bang li AKP’ê hat kirin ku dest ji polîtîkayên şer berde.

Hevserokên Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk, nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP‘ê yên li hember gel û şaredariyan dan. Di daxuyaniyê de bang li AKP’ê hat kirin ku dest ji polîtîkayên şer berde.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokkomarê Tirk Rêcep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê li hember tevayî hêzên demokrasiyê yên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de îradeya wekhevî, edalet, demokrasî, azadiya jinê û aştî aşkera danîn holê bi polîtîkayên alozî, tirs, binçavkirin û bêîtîbarkirinê konsepta şerekî topyekûn kirine meriyetê.

'WÊ AKP Û ERDOGAN TASFIYE BIBIN’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev 3 hefte ne li hember hevşaredar, endamên meclîsê û xebatkaran êrîş zêde bûne û wiha hat gotin: "Bêyî sedemek bê nîşan dan girtine ser malên hevşareadrên me yên Licê, Dîgor ve Şirnexê, hevşaredarê me yê Licê hatiye girtin. Bi dehan endamên me yên meclîsê yên şaredariyê  û xebatkarên me hatine binçavkirin. Çawa polîtîkayên salên 90’an ên bi heman rengî tasfiye bûn wê dawiya zilma ku Serokkomar û hikûmeta AKP’ê ferz dike jî wê wiha be.”

'EM Ê ÇEPERÊN JIYANA DEMOKRATÎK XWESER TERK NEKIN’

Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin, "Şaredariyên me li ser esasê dirûşma, em av, ax, enerjiya xwe bikin komun civaka azad ava bikin li ser kar in, wê bi ti awayî çeperên xwe yên siyaseta demokratîk û jiyana demokratîk a xweser terk nekin. Di bin her şert û mercî de berxwedana xwe ya rewa û perspektîfa xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi gelê xwe bixin pratîkê. Em bang li AKP’ê dikin ku li hember hilbijartiyên me dest ji polîtîkayên nêrza, yekperest, nîajperest ti sedemeke wê ya demokratîk û rewa nîne, zilm, zext bêîtîbarkirinê û krîmînalîzekirinê berde.”