Bi sedan kesên ku ji destê DAIŞ’ê reviyan derbasî Kerkûk bûn

Bi sedan kesên ku ji Hewîce ya ku navçeya herî mezin a Kerkûkê ye ku di destê DAIŞ’ê de reviyan, derbasî Kerkûkê bûn.

Reva kesên ku ji herêmên mîna Mûsil, Hewîce û derdorê wê yên ku di bin kontrola DAIŞ’ê de ne dewam dike. Îro bi sedan kes ji destê çeteyên DAIŞ’ê xwe xislaskirin û li ser penaberên ku beriya niha revîbûn zêde bûn.

Yek ji fermandarê Pêşmergeyan Raîd Mafûf Emîn Mihemmmedtêkildarî kesên ku îro ji Hewîcê reviyan ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Ji beriya niha bi hezaran kes ji destê DAIŞ’ê reviya bûn. Bi vê pêla nû ji 700-750 kesan pêk tên. Piraniya van ji jin û zarokan pêk tên. Her kesên ku xwe bigihînin herêmên me em ê wan heta dawiyê biparêzin.”

Emîn Mihmmed diyarkir ku beriya niha bi hezaran kesên ku reviya bûn li kampên cuda yên herêma Kurdistanê hatinbûn bi cih kirin û wiha got: “Ji beriya niha bi hezaran kes ji Mûsil,Hewîce û derdorên wê ji destê DAIŞ’ê xwe xilsa kiribûn. Ev li deverên cuda yên herêma Kurdistanê li kampên cuda hatine bi cih kirin. Yên ku îro jî hatine wê li van kampan bên bi cih bikin.

...