Bi sedan kesan li Kopenhag faşîzma AKP’ê şermezar kirin

Bi sedan kesên li paytexta Danîmarka Kopenhagê hatin gel hev, li hember faşîzma AKP’ê meşiyan.

Bi sedan kesên li paytexta Danîmarka Kopenhagê hatin gel hev li hember faşîzma AKP’ê meşiyan

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Danîmarka de êrîşên artêşa Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya û sivîlan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi sedan kesên ji bo ji şerê topyekûn ê Erdogan û dewleta wî yê li hember Kurd û Kurdistaniyan bêjin “Ji şer na aştî hema niha”, îro saet 13.00’an li Kopenhagê meşeke protestoyî li dar xistin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd û polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê yên li hemberî Kurdan de israr dike. Endamê Komeleya Dostaniya Kurd û Danîmarkayê Annette Mørk diyar kir ku tevî yên têne qetilkirin Kurd in jî di lîsteyên terorê yên DYA û YE yê de jî dîsa Kurd in. Mørk da zanîn ku bi êrîşên ku pêk tîne terorîstên rast dewleta Tirk e. Her wiha bang li hemû kesên xwedî wijdan ên li Danîmarkayê kir ku ji bo xwedî li Kurdan derkevin û bi wan re di nava hevkariyê de bin.

Annette Mørk diyar kir ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Erdogan encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê qebûl nekiriye û biryara şerê topyekûn li hemberî gelê Kurd daye. Her wiha da zanîn ku li gorî rapora herî dawiyê ya Komîsyona Ewropayê, Tirkiyeyê hevkariya sûcê şer kiriye.

Bi navê Federasyona Civaka Kurd a Danîmarka (FEY-KURD) jî Îbrahîm Benlî  daxuyanî da. Benlî ragihand ku di dema êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin, li Zergelê li hemberî gelê sivîl bomberdûman hatiye kirin û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya bi vê komkujiyê têrnebûye duh jî li Silopiyayê bi awayekî vekirî êrîş li hemberî gel pêk aniye.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê Fetî Baran jî di axaftina ku kir de bal kişand ser êrîşên li Silopiyayê û diyar kir ku 3 Kurdan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan Kurd û bi dehan xebatkarên tenduristiyên ên xwestine alîkariya wan bikin birîndar bûne û wekî ku ev jî ne bes be malên Kurdan jî şewitandine.

Di meşa mîtînga ku bi tevlîbûna sedan Kurd û dostên wan pêk hat, li gel alên PKK, KCK, PYD, PJAK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG’ê û YPJ’ê”, “Terorîst Tirkiye” û “Kujer Erdogan” hatin gotin.

...