Bi sedan kes li ber Girtîgeha Mîdyatê ne

Bi sedan kes li ber Girtîgeha Mîdyatê ne

Bi armanca piştgirî dayîn girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger dane destpê kirin, bi sedan kesên ji Şirnex û navçeyên wê, ji navçeyên Nisêbîn û Kerboran yên Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya ber Girtîgeha Mîdyatê dane destpê kirin didome.

Bi armanca balê bikişînin ser çalakiya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku çalakiya wan ya bêdem û dorneveger kete roja 42’an, bi sedan kesên ji Şirnex û navçeyên wê, ji navçeyên Kerboran û Nisêbîn yên Mêrdînê li ber Girtîgeha Mîdyatê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin didome. Ji demjimêrên sibehê ve BDP, serokên şaredarên herêmê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Dayîkên Aştiyê, DOKH, xebatkar û endamên NÇM’ê û bi sedan welatî li ber Girtîgeha Mîdyatê ne û hêjan didome. Welatî li rexmê hewa tarîbû û sar jî bû, agir pêxistine û dîlanê girêdidin. Girseya ku bê navber sloganên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” diqêrin û li gel sirûdan dîlanê dikin.