Hewldanên rejîma AKP'ê yên ji bo şikandina vîna gelê Amedê, bi Newrozê re pûç bûn. Tevî liv û tevgera maşînên zirxî yên dişibe dema darbeya leşkerî û hejmara zêde ya polîsan jî, gelê Amedê ji malên xwe derket û herikî qada Newrozê. Bi îdîaya 'lêgerîna li bombeyê' heta saet 09:30 destûr nehat dayîn ku gel bikeve qada Newrozê.
Piştî ku bendên lêgerînê vebûn, Amedî herikîn qada Newrozê. Tevî hemû gef û êrîşan jî Amedî bi zarokên xwe ketin ser rêya qada Newrozê û bi vî rengî tirs û xofa dewletê dixwest biafirîne, ji holê rakirin. Piştî ku qada Newrozê bi tevlîbûna bi sed hezaran kesî re tijî bû, agirê Newrozê hat dadan.
Bi pêxistina agirê Newrozê re gelê Kurd nîşan da ku tevî hemû êrîşan jî ew ê qadên xwe yên bi xwîna xwe azad kirine, neterikîne.