Bi paradîgmaya Ocalan re parastina cewherî dikin

Ji wezîfedarê asayîşa Konbajarê Kader Ortakaya Mihemed Hebîp got, "Li gerdûnê her zindî parastina cewherî dike û em jî bi nêzikatiya Rêber Apo ve nêz dibin û xwe diparêzin."

Welatiyê Kobanê Mihemed Hebîp ê ku li Kobanê li qada asayîşê dixebitî û piştre jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neçar ma hat konbajarê Kader Ortakkaya yê, li konbajar jî li qada asayîşê cih girt. Hebîp der barê parastina cewherî de axivî û got, "Li gerdûnê her zindî parastina cewherî dike û em jî bi nêzikatiya Rêber Apo ve nêz dibin û xwe diparêzin."

Di berxwedana Kobanê de gelek tişt hatin dîtin û her wiha  gelek tişt bi aliyê çapemeniyê cîhanê de baş nehatin dîtin. Di nava tevgera azadiyê de yek ji tiştên sereke parastina cewherî ye. Welatiyên Kobanê yên ku di nava konbajaran de dijîn bi awayekî rêxistinî pergalek komûnal ava kirine. Di nava vê jiyana komûnal de beşek jî parastina cewherî ye. Welatiyê Kobanê yê ku di nava konbajarê Kader Ortakkaya de berpirsyariya qada parastin û ewlehiyê dike Mihemed Hebîp(46) yê ku li Kobanê di nava asayîşê de cih digirt got ku li gerdûnê ti zindî bêparastin nîne û gelê Kurd jî divê her tim parastina xwe ya cewherî bike.

'PARASTINA ME CIVAKA ME BI PÊŞ VE DIBE'

Welatiyê Kobanê Hebîp da zanîn ku di nava konbajar de bi pergala jiyanek komûnal wan bi pêşengiya rêveberiya konbajar komîsyona ewlehiyê ava kirine û got: “Armanca me ya herî girîng parastina welatiyên di nava konbajar de ye. Em şev û roj parastina xwe dikin. Armanca me ya duyemîn bi parastina xwe ve civaka xwe pêş ve bibin. Wekî standartên Ewropayî em civaka xwe amade bikin.”

'EM NÊZÎKATIYÊN SEROK APO ESAS DIGIRIN'

Hebip diyar kir ku parastin ne bi tenê parastina ewlehiyê ye, her wiha afirandina jiyanekê rêhevaltiye û avakirina civakeke zana ye û wiha axivî: "Hatina Rêber Apo ya Kobanê ji bo welatiyên Kobanê tiştek pir mezine. Dema ku Serokatî li Kobanê bû digot ku xwe bi ti dewletan ve girê nedin. Di gerdûnê de her zindî parastina xwe dike û hûn jî wek gelek divê ku parastina xwe pêk bînin. Serokatî mînaka gulê dida û digot ku her çiqas gul pir xweşik jî li derdora wê strî hene û bi striyên xwe ve xwe diparêze. Em jî nêzikatiya serokatiyê esas digirin û parastina me jî di wê çarçovayê de ye.”

'PARASTINA CEWHERÎ HATIBA FÊMKIRIN ÇETE NIKARÎBÛN BIHATA KOBANÊ'

Der barê parastina welatiyên Kobanê de Hebîp got ku her çiqas Kobanê bi awayekê mezin li ber xwe dabe jî kêmasiyên wê hebûn û got: "Çeteyên DAIŞ’ê çekên pir giran êrîş li ser Kobanê kir. Li hemberî vê yekê şervanên me bi vîneke mezin li ber xwe dida. Dema ku çeteyan êrîş kirî eger hişmendiya parastina cewherî bi awayekî baş bihatiba zanîn ez bawerim ku çeteyên DAIŞ’ê yek pêngavê nikaribû bi vêtiba Kobanê."

'DIVÊ PARASTINA ME LI GORÎ RUHÊ ŞOREŞÊ BE'

Mihemed Hebîp destnîşan kir ku ji vir şûnde divê ku welatiyên Kobanê xwe bi her awayî biparêzin û wiha domand: "Parastin ne bi tenê ya ewlehiyê ye. Bi sedan salane welatê me di bin dagirkeriya dewletan de ne û me hemû tiştên xwe winda kirine. Dema ku welatiyên Kobanê vegeriyan li hemberî hemû êrîşan divê parastinek bingehîn û ya ku li gorî ruhê berxwedana Kobanê bê çêkirin."

'TEMENÊ PARASTINÊ TINEYE'

Hebîp diyar kir ku di nava konbajar de ciwan û heta her temenî welatî di nava parastinê de cih digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Temenê parastinê tine ye. Hemû welatî ji bo me di bin alîkar. Em hinek kal bûne û li gor wan hinek bêhtir xwedî tecrûbe ne. Em tecrûbeyên xwe parve dikin û welatiyên din jî her wiha tecrûbeyên xwe parve dikin. Em bi dibistanan re zimanê xwe, çanda û hûnerê ve çanda xwe û bi ewlehiyê ve jî parastina konbajar dikin."