Bi Licê re peywendî bi temamî qut bûne

Li Licê ku bi fermana Walîtiya Amedê “Bi demkî herêma bi ewle” hatibû îlankirin û bi beşdariya hezaran leşkeran ve operasyon hatî destpêkirin, peywendî bi tememî qut bûne.

Li Licê ku bi fermana Walîtiya Amedê ku ji 16’ê Hezîranê heta 31’ê Kanûnê “Bi demkî herêma bi ewle” hatibû îlankirin û bi beşdariya hezaran tîmên taybet û polîsan ve operasyon dayî destpêkirin, torên telefot û înternet jî di nav de hemû xetên peywendiyê hatine qutkirin.

Welatiyên ku hewldan ku bi xizmên xwe re bikevin nava têkiliyan, bi derketina ji derveyî navenda navçeyê dikarin têkiliyan daynin.