Bi hezaran Sêrtî li qada Newrozê li hev civiyan

Li Sêrtê gel ji bo pêxistina agirê Newrozê diherike qada Newrozê.

Sêrtî, ji bo pêxistina agirê herî bi heybet ê Newroza li herêma Botanê, ji çar aliyên bajêr ber bi qada Newrozê ya li taxa Aştiyê ve diherikin. Li qada pîrozbahiyê ku tedbîrên tund ên ewlekariyê lê hatine girtin, weneyên gerîlayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û pankarta bi nîşaneya serketinê ya bi nivîsa 'Newroz pîroz be' hat daliqandin. Li ber sirûdên berxwedanê govend tê gerandin.

Li aliyê din, bi hinceta kincên neteweyî li xwe kirine û flamayên kesk sor û zer hilgirtine, polîsên Tirk hin kes binçav kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî welatî diherikin qadê.

...