Bi hezaran Kurdistanî ji bo Newrozê li Qendîlê ne!
Bi hezaran Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê, ji bo tevlî Newroza li Qendîlê bibin berê xwe dan herêmên gerîla.
Bi hezaran Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê, ji bo tevlî Newroza li Qendîlê bibin berê xwe dan herêmên gerîla.
Bi hezaran kes, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşma "Bi berxwedana neteweyî re em Newrozê bikin serketina gelan û azadiya Rêber Apo" ji aliyê Tevgera Azadî ve tê lidarxistin, berê xwe dan herêmên gerîla.
Di Newroza 2016'an de bala her kesî li mesajên ji Qendîlê were dayîn e. Mîna par, îsal jî bi hezaran Kurdistanî ji danê êvarê ve ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Li dehan nuqteyên vê herêmê agir hat dadan û govend hat gerandin.
Tê payîn, mijarên; Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê û berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê mora xwe li pîrozbahiya îsal bixin.
Di Newroza li Qendîlê de tevî Nasir Rezazî, gelek hunermend û komên muzîkê yên gerîla Koma Awaza Çiya û Koma Rojyar wê derkevin ser dikê.