Bi hezaran kes li Şirnexê ji bo Kevser Elturk meşiyan

Li Şirnexê bi hezaran kes îşkenceya li hember cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin û bi awayekî tazî teşhîrkirina wê bi meşekê protesto kirin.

Li Şirnexê bi hezaran kes îşkenceya li hember cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin û bi awayekî tazî teşhîrkirina wê bi meşekê protesto kirin.

Li Şirnexê bi hezaran kesên ku bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA)’yê hatin gel hev, ji aliyê leşkeran ve îşkence li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a di pevçûneke li navçeya Gimgim a Mûşê jiyana xwe ji dest da û bi awayekî tazî teşhîrkirina wê protesto kirin. Girseya ku li Qada Aştî hatine gel hev pankarta, “Bedena tazî ya Ekîn Wan rûmeta me ye” vekirin û dest bi meşê kirin. Piştî meşa ku jinan bi tilîlî û çepikan, girseyê li Qada Azadî daxuyanî da.

Aktîvîsta KJA’yê Emîne Erkan a di çalakiyê de axivî bal kişand  ku di demên dawiyê de bi taktîkên şerê qirêj rûmeta mirovan tê hedefgirtin û got, “Di dema ku her roj ciwanên me dimirin, kezeba me dişewite Serokkomar dibêje ‘Çi şadin malbatên şehîdan’ Hûn behsa kîjan malbatan şad dikin, behsa wan malbatên ku her roj zarokên xwe ji bo textê hin kesan feda dikin, dikin?”

Erkan got ku dîmenan carek din jî rêya AKP’ê û DAIŞ’ê kiriye yek û got, “Dema dewleta zilam Ekîn tazî kir, perdeya li ser serdestiya xwe ya zilam a tecawizkar jî rakiriye, dijminahiya wan a li hemberî jinê, nîşan dide ku ti rêzdariya wan li hemberî nirxan nîne û bersûciya wan a şer jî raxistiye pêş çavan. Ji ber vê yekê bedena tazî ya Ekîn Wanê bêçaretî û sefaletiya faşîzmê vedibêje. Me bi xwe jî berxwedana xwe li xwe kiriye û ti şîdeta dewleta zilam nikare me ji vê berxwedanê qut bike.” Meş piştî daxuyaniya hat kirin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.