Bi hev re mezin bûn û li heman cihî tevlî karwanê nemiran bûn

Li Cizîrê yek ji cihên ku bi qedexeya derketina derve re êrîş û komkujî bi dijwarî lê hat kirin taxa Yafesê bû.

Li Cizîrê yek ji cihên ku bi qedexeya derketina derve re êrîş û komkujî bi dijwarî lê hat kirin taxa Yafesê bû. Ji bo li çîroka yên jiyana xwe ji dest dane guhdarî bikin, em çûn taxê. Li her mala em lê bûn mêvan, di destpêkê de wêneyên li dîwêr daliqandî derketin pêşiya me. ji ber ku wêneyên 'yên çûne û ketine hembêza axê' li Cizîrê bi hesasiyeteke mezin li dîwêr tê daliqandin.

Li van malên em çûn serdana wan, gelek çîrokên me pê nizanîbûn ji me re hatin gotin. Em hîn bêhtir giraniya Cizîrê ya di nava têkoşîna azadiyê de fêm dikin.

Li taxa Yafesê mala ku em destpêkê diçin, mala malbata Ramazan Îşçî yê 16 salî ye, ku li jêrzemîna duyemîn hat qetilkirin. Ramazan ê ku bi sewaxkariya li înşaetan debara malbatê dikir, dema êrîşên hêzên dewletê dijwar bû hat malê, serê xwe şuşt, xwişk û birayên xwe yek bi yek maçî kir û got, 'ez diçim cem hevalekî xwe' û ji malê derket.

Bav Ahmet Îşçî herî dawî Ramazan wê rojê dît. Îşçî anî ziman, ku kurê wî bi heval û têkoşîna xwe re gelekî dilsoz bû û got, "Ramazan hemû zor û zehmetiyên Cizîrê dît û bi vî rengî mezin bû. Gelekî hez ji hevalên xwe dikir. Bi wan re xweş derbas dikir. Dilsozê têkoşînê bû. Roja ku ew çû, min fêm kir lê min tiştek jê re negot. Li înşaetan dixebitî û hemû mesrefên xwişk û birayên xwe derdixist. Li Cizîrê careke din komkujiyeke mezin kirin. Dikarîbûn wan ji wan jêrzemînan derxînin, lê wan xwestin komkujiyê bikin. Têkoşîna Ramazan wê dewam bike. Xwişk û birayên wî mezin dibin, ew ê jî bibin Ramazanên nû. Kurê min gelekî dilsozê gelê xwe bû, bi kesî re pirsgirêka xwe tinebû. Hêvîdarim yên ku ew bi vî rengî şewitandin, wê ji Xwedê bibînin. Berpirsyarê vê yekê, ew kesên ku ewqas leşker şandine vê derê ne."

Piştî ku me li wê çîroka mezin a wî emrê biçûk guhdarî kir, me berê xwe da mala cîranê wan Tahir Akdogan ê 16 salî yê li heman jêrzemînê hat qetilkirin.

Dayik û xwişk-birayê Tahir me li ber derê pêşwazî dikin. Dema em dikevin hundirê odeyê, wêneyê Tahir ê bi xwişk-birayên xwe re derdikeve pêşiya me. Wêne bi benekî kesk, sor û zer hatiye xemilandin.

Dayika Tahir Hazal Akdogan dema qada kurê xwe dike, ji pêvajoya Tipa Edlî ya li Silopiyayê destpê dike. Dema ku dibihîze jiyana xwe ji dest daye, dayik Akdogan ji xizmên xwe yên li Silopiyayê pere deyn dike û diçe. Dayika Akdogan got, "Dema ji me re gotin ku divê em biçin Tipa Edlî, li malê pere ji bo çûyînê jî tinebû. Me pere deyn kir û em bi rê ketin. Li wê derê me xwîna xwe da û hefteyekê li bendê man. Di vê dema li bendêmayînê de em gelekî betilandin. Dema cenazeyê Tahir dan, ji xwe nedihat naskirin. Ew kurê min ê bedew, bûbû mîna komirê."

Dayik Akdogan diyar kir,  Tahir kurê wê yê herî mezin bû û anî ziman, ku qetilkirina zarokên ewçend bi zor û zehmetiyê tên mezinkirin, nayê qebûlkirin. Dayik Akdogan got, "Tahir kurekî gelekî bedew bû. Ji ber ku di nava xizaniyê de mezin bû, dema yek didît dêşe, diçû pê re digiriya. Dema em çûn ji bo berhevkirina findeqan, li wir zor û zehmetiya Kurdbûyînê dît. Ji ber ku baş bi Tirkî nizanîbû li Derya Reş gelekî zehmetî kişand. Piştî ku zilma li Cizîrê dît, ji xwe nikarîbû bêdeng bima. Dema li pêş çavan Cizîr hat şewitandin û xerakirin, çû cem hevalên xwe. Gelekî karker û berxwedêr bû. Dilsozê têkoşîna xwe bû. Di vê rê de jî jiyana xwe ji dest da. Em poşman nînin. Gelê Cizîrê hînê xwedî gelek ewladan e. Wê rojekê hinek rabin hesabê vê ji wan bipirsin."

...