Bi Farqînê re jî têkîlî qut bûn
Bi navçeya Farqînê ya ku ji aliyê Walîtiya Amedê wek “herêma ewlehiya demkî” hate îlankirin re jî têkîlî qut in.
Bi navçeya Farqînê ya ku ji aliyê Walîtiya Amedê wek “herêma ewlehiya demkî” hate îlankirin re jî têkîlî qut in.
Piştî ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve li herêmên Geliyê Taşkoprû, Herêma Toklar, Herêma Rêya Hesin- Kazandagi, Herêma Çemê Hatûna, Herêma Sarinc û Fîgtarlasi û herêma Uçbasamak a girêdayî navçeya Farqînê ya ku ji 16’ê Hezîranê heta 31’ê Kanûnê “Herêmên bi ewle ya demkî” hatî îlankirin û şûn de torên telefonê jî di nav de hemû torên peywendiyê hatine qutkirin.
Ji ber qutbûna tora telefonê, şewata ku ji saetên danê nîvroyê ve li çiyayê pişta Qereqola Malabadî ya girêdayî navçeyê derketî ti agahî jê nayê girtin. Li navçeya Licê ya ku operasyon hatî destpêkirin jî hemû torên peywendiyê hatine qutkirin.