'Bi destûreke bingehîn a demokratîk re divê sîstema parlamenteriyê esas bê girtin'
Li Başûrê Kurdistanê nîqaşên li ser destûra bingehîn û hilbijartinên serokatiyê dewam dikin. Rêxistinbûyînên cuda yên siyasî, hunermend û rewşenbîr di her firsendê de daxwaza xwe ya ji bo destûra bingehîn a demokratîk tînin ziman.
HALÎT ERMÎŞ / ANF
SILÊMANIYE
pêncşem, 2 tîrmehê 2015, 11:14
Li Başûrê Kurdistanê nîqaşên li ser destûra bingehîn ên amadekariyên wê tê kirin û hilbijartinên serokatiyê dewam dikin. Rêxistinbûyînên cuda yên siyasî, hunermend û rewşenbîr di her firsendê de daxwaza xwe ya ji bo destûra bingehîn a demokratîk tînin ziman.
Endamê rêxistina parêzvanên çavdêrî parêzer Hêrîş Serdar da xuyakirin ku divê destûra bingehîn en li gorî pêwîstiyên konjonturî, bi şêweyekî demdirêjî û cewhereke demokratîk a hemû cihêrengiyên civakê di nava xwe de vedihewîne, were amadekirin. Serdar got, "Li şûna serokatiyê divê Başûrê Kurdistanê sîstema parlamenteriyê esas bigire."
Serdar got, "Destûra bingehîn şêwe û pîvanên rêveberiya dewletê diyar dike" û destnîşan kir ku li herêma Başûrê Kurdistanê ya 24 sal in xwedî statu ye, nediyarkirina modela rêveberiyê, nebûna destûra bingehîn, kêmasiyeke cidî ye.
'PARTÎ BERJEWENDIYÊN XWE ESAS DIGIRIN'
Serdar got, "Li parlamentê komîsyonek hat avakirin û destûra bingehîn tê amadekirin. Komîsyona ji wekîlên partiyên li parlamentê, nûnerên gel in. Divê destûra bingehîn a bi kêrî gel tê û bersivê dide pêwîstiyan amade bikin. Lê belê rewşa heta niha derketiye holê nîşan dide ku wekîl li gorî berjewendiyê partiyên xwe tevdigerin û pêwîstiyên gel, civakê li ber çavan nagirin." Serdar diyar kir ku li herêma Kurdistanê gelek çand, bawerî û pêkhateyên etnîkî hene û destnîşan kir ku divê destûra bingehîn van hemûyan vehewîne û wekhev bibîne. Serdar anî ziman ku dema destûra bingehîn, qanûn bên amadekirin, girîng e mafên bingehîn ên mirovan esas bên girtin.
'SÎSTEMA HEYÎ BI PIRSGIRÊK E Û TEVLÎHEV E'
Parêzer Hêrîş Serdar bal kişand ser kêmasî û pirsgirêkên girîng ên di sîstema rêveberiya Başûrê Kurdistanê de û ev xal destnîşan kir: "Di sîstema me de pirsgirêkên cidî hene. Li herêmê hem parlament heye hem jî sîstema serokatiyê. Ev sîstem bi rewşa xwe ya niha, tevlîhev e. Kesî fêm nekiriye ku bi temamî çi ye. Divê were zelalkirin; em ê sîstema Serokatiyê bicih bînin an jî sîstema parlamenteriyê esas bigirin. Pêwîste destûra bingehîn a nû şeklê vê diyar bike."
Serdar da xuyakirin ku eger di dema pêş de ev tevlîhevî dewam bike wê rê li ber zerarên mezin veke û got, "Dixwazim bi taybetî vê destnîşan bikim. Hem tecrûbeyên li Rojhilata Navîn hem jî li qada rêveberiya herêmî nîşan didin ku sîstema serokatiyê serketî nîne. Ji ber vê yekê divê destûra bingehîn vê zelal bike. Ya sîstema parlamenter dibe, yan jî sîstema nîv serokatî dibe. Lê belê divê nav li sîstemê bê kirin, modela wê were destnîşankirin."
'DIVÊ MAFÊN ŞEXS Û CIHÊRENGIYAN BÊN PARASTIN'
Serdar got, "Girîng e destûra bingehîn mafên şexsî û cihêrengiyên etnîkî û olî yên civakê nas bike, welatiya wekhev esas bigire. Ji bo vê jî pêwîstî bi hestê hevpar, têkoşîna hevpar heye" û anî ziman ku her kesên ji ol, mezheb û etnîkên cuda yên li vê xakê, eger xwe ji aliYê mafan ve wekhev bibîne, wê ev hesta hevpar derkeve holê.
Serdar diyar kir ku di vir de divê dest ji berjewendiyên partiyê, berjewendiyên siyasî were berdan û got, "Pêşnûmeya destûra bingehîn a heta niha di meriyetê de bû, bi têrkerî bersiv nedida. Eger em karibin vê bicih bînin, em ê karibin li herêmê modeleke rêveberiyê ya demokratîk a dikare mînak bê dîtin, biafirînin."
'LI ŞÛNA SEROKATIYÊ DIVÊ SÎSTEMA PARLAMENTERIYÊ ESAS WERE GIRTIN'
Parêzer Hêrîş Serdar da zanîn ku di sîstema serokatiyê de kesê hemû hêz û erk girtiye nava destê xwe dikare bibe dîktator, gelek mînakên vê hene û der barê sîstema serokatiyê de nêrînên xwe bi vî rengî kurteber kir: "Ji ber ku kesê xwedî hêz û erk, dema berjewendiyên wî bikeve xeteriyê wê erkên xwe bi nebaşî bi kar bîne. Ji bo pêşî li vê were girtin, divê sîstema parlamenteriyê esas were girtin. Parlamentek ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin neçar e hesab bide gel. Partiyên li parlamentê di heman de hêza kontrolê ya bicihanîna modela rêveberiya demokratîk û destûra bingehîn in. Mafên civakê li gorî destûra bingehîn diparêzin û hingî hikûmet jî neçar dimîne li gorî destûra bingehîn tevbigere. Ji ber vê yekê, li şûna sîstema serokatiyê ya meyla xwe ji dîktatoriyê re heye divê em sîstema parlamenteriyê esas bigirin. Li gorî me ev yek sîstemeke hîn demokratîk e û pêwîst e."