Bi dehan welatiyên çûn qada operasyonê ya li Licê hatin binçavkirin
Li gel hevşaredar bi dehan welatiyên ku ji bo pêşî li operasyonan bigirin çûn navçeya Licê, li Qereqola Jendermeyan a Abali ji hêla leşkeran ve hatin sekinandin û binçavkirin.
Li gel hevşaredar bi dehan welatiyên ku ji bo pêşî li operasyonan bigirin çûn navçeya Licê, li Qereqola Jendermeyan a Abali ji hêla leşkeran ve hatin sekinandin û binçavkirin.
Bi dehan welatiyên ku hevşaredarên Farqîn, Pîranê û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav wan de bûn, ji bo şermezarkirina operasyonan çûn Licê. Welatiyên ku li Qereqola Jendermeyan a Abalî hatin rawestandin, bi hincetên wekî "herêma ewlehiyê binpê kirine" hatin binçavkirin.
Şêniyên gundên Hedîk û Xosor ên Çewlikê agahî dan rêveberiyên HDP û DBP'ê yên Amedê û diyar kiribûn ku ti ewlehiya canên wan nîne. Li ser vê bi dehan welatî, hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê xwestin biçin herêmê, lê ji hêla leşkeran ve hatin rawestandin. Koma ku ji 3 nuqteyên lêgerînê derbas bûn, di nuqteya 4'emîn de ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatin rawestandin û bi saetan li herêmê hatin sekinandin. Koma ku bi rêka kontrola GBT'ê nasnameyên wan hatin diyarkirin, der heqê wan de biryara binçavkirinê hate derxistin.
Hat ragihandin ku welatiyên li maşîneyên leşkerî siwar kirine birine Qereqola Jendermeyan a Licê.