Bi deh hezaran kesî li Geverê komplo protesto kirin

Li Geverê bi deh hezaran kes ji bo protestokirina komploya navneteweyî daketin qadan. Girseya gel a li ber Otela Oslo li hev civiya, xwest Ocalan azad bibe.

Li Geverê bi deh hezaran kes ji bo protestokirina komploya navneteweyî daketin qadan. Girseya gel a li ber Otela Oslo li hev civiya, xwest Ocalan azad bibe.

Li navçeya Colemêrg Geverê, bi beşdariya bi deh hezaran kesî re komploya navneteweyî di salvegera 16. de hat protestokirin. Meclîsên taxê bi kortejan hatin, komunên gundan jî li navenda navçeyê civiyan.

Girseya gel a bi pêşengiya Rêxistina DBP û HDP’ê yên Navçeyê kom bû, ber bi Kolana Cengîz Topel ve meşiya û dûre li qada kombûnê vegeriya.

Di meşê de li gel bi dehan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê, şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, alên KCK, PKK, YPG û YPJ’ê û pankartên bi nivîsa “Me bi serketina Kobanê re komploya navneteweyî pûç kirin”, “Ruhê serketinê yê Kobanê wê Rêber Apo azad bike, “Azadiya civakê wê bi azadiya Rêber Apo pêk were” û “Bi Rêberê Azad re ber bi neteweya azad” hatin hilgirtin.

Li ber Otela Oslo piştî deqeyek rêz hat girtin Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Oznûr Canan daxuyanî da. Canan got, “Hêzên navneteweyî di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd weke astengî dîtine. Ev hêz, bi komploya navneteweyî re li ser tinekirina gelê Kurd li hev kirine. Van hêzên hemû nirxên mirovahiyê binpê kirine. Komploya 15’ê Sibatê weke sûcekî li dijî tevahiya mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cih girtiye.” Canan diyar kir ku bi vê komployê re hewl hatiye dayîn pêşeroja gelekî were tarîkirin û got, “Lê belê gelê me li dijî komployê berxwedaneke biryardar nîşan daye. Azadbûan Rêber Apo berpirsyariyeke însanî û wijdanî ye.”