Di salvegera 16. de bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û bilevkirina daxwaza ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê, Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Ewropayê bi şev û danê sibehê herikîn Strasbourgê. Dirûşmên azadiyê yên bi deh hezaran mirovên li qada kombûnê civiyane, li Strasbourgê deng vedidin.
Ji bo tevlî meş û mîtînga mezin a bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî" ya li bajarê Fransa Strasbourgê bibin, bi deh hezaran kes danê sibehê gihîştin Strasbourgê. Kurdistanî û dostên wan bi otobus, wesayîtên xwe yên şexsî û trenan, duh bi şev û îro danê sibehê herikîn Strasbourgê. Girseya gel li Boulevard de Nancy a li nêzî gara navendî ya trendê Boulevard de Metz dicivin.
Kurdistaniyên ku bi alên KCK, PKK, KJK, KJAR, YPJ û YPG û posterên Ocalan xwe gihandin qadê, dirûşmên wan ên ji bo azadiyê li kolanên bajêr deng vedidin. Kurdistanî û dostên wan dixwazin 15'ê Sibatê ku ev 16 sal in weke roja reş pênase dikin, veguherînin ronîbûn û azadiya fîzîkî ya Ocalan.
Bi hatina Kurdistanî û dostên wan re, danê sibehê li bajêr jî tedbîrên ewlekariyê zêde bûn.
Meşvanên azadiyê yên bi daxwaza "Azadiya Ocalan" bi sedan kîlometreyî ji Frankfurt, Luksemburg û Bernê meşiyan, roja Pêncşemê xwe gihandibûn Strasbourgê. Piştî xwegihandina meşvanan, duh bi pêşengiya "Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî" daxuyaniyek çapemeniyê hatibû dayîn û 10 mîlyon 368 hezar 623 îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de ji bo azadiya Ocalan hatibûn berhevkirin radestî Konseya Ewropayê hatibûn kirin.
Meşa azadiyê ya mezin, li gel siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan wê bi beşdariya deh hezaran kesî saet di 11:30 de destpê bike û li Stade de la Meinau veguhere mîtîngê.