Bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin

Bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin

Li Ameda ku derabe nehatin vekirin û dibistan hatin boykot kirin, li navçeya Rezan ya Amedê girseya ku xwest ber bi Girtîgeha Tîpa E ve bimeşin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li Amede ku derabeyên dikanan nehatin vekirin, bi sedan kesên ku xwest ber bi Girtîgeha Tîpa E ve ku dê BDP Civîna xwe ya Komê lê darxîne bi meşin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir.

Li beramberî êrîşa polîsan, gel jî bi keviran bersiv da, li rêyên Emek, Tegmen û Sento yên navçeya Rezanê tevgerbûnek zêde lê heye û hate dîtin ku gel li ser rêyan kom dibe.