Beştaş: Li Silopiyayê sivîl hatin qetilkirin, di bin çavan de îşkence hat kirin

Parlamentera HDP’ê Beştaş, diyar kir ku li Silopiyayê sivîl hatine qetilkirin û dewletê komkujiya komî plan dikir.

Parlamentera HDP’ê Beştaş, diyar kir ku li Silopiyayê sivîl hatine qetilkirin û dewletê komkujiya komî plan dikir.

Ji heyeta HDP'ê ya ku ji bo êrîşa polîsan a li Sîlopiyayê lêkolîn bike Meral Daniş Beştaş diyar kir ji bo birîndar negihîjin nexweşxaneyê polîsan hemû rê û rêbaz ceribandine û polîs li pey komkujiya komî de bûn.

Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Edîp Berk, Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê Dr. Ramazan Bulbul, Dr. Îbrahîm Halîl Mert û Hevseroka SES a Amedê Selma Atabey ên ji bo komkujiya duh polîsan li navçeya Sîlopiyayê pêk anîn lêkolîn bikin çûbûn navçeyê vegeriyan Amedê. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD'ê pêk hat de Beştaş axivî û diyar kir ku welatî ji aliyê polîsên birûpoş ve rasterast hatine gulebarankirin. Beştaş bilêv kir ku sekvan li avahiyên bilind hatine bicihkirin û her sê welatiyên hatine qetilkirin wekî di nûçeyên çapemeniya Tirk de tê gotin ne endamên YDG-H'ê ne.

Beştaş da zanîn ku welatiyên hatine qetilkirin xebatkarên tenduristiyê, agirkuj in û destpêkê polîs birine nexweşxaneyan û li ser vê yekê polîsan nexweşxane dorpêç kirine nehiştine birîndar bigihîjin nexweşxaneyê, doktorên ku xwestine birîndaran derman bikin ji aliyê polîsan ve bi kuştinê hatine tehdîdkirin.

Beştaş da zanîn ku 9 welatiyên hatine binçavkirin jî kesên ku birîndar rakirine nexweşxaneyan e, welatiyên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine, ev îşkence ji aliyê parêzeran ve jî wêneyên wan hatine kişandin.

Beştaş got ku tabloya ku li Sîlopiyayê dîtine ve tê xwestin ku komkujiyekê pêk bînin û ev tişt got: "Di vê atmosferê de bi awayekî şans bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest nedane. Ji ber ku polîs li pey komkujiyan e."