Besê Hozat: Divê CHP li cem HDP'ê tevlî têkoşîna demokrasiyê bibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku AKP'ê bi şer, komkujî, mirin û kaosê re gel tirsandiye û bi vî rengî deng berhev kiriye.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku AKP'ê bi şer, komkujî, mirin û kaosê re gel tirsandiye û bi vî rengî deng berhev kiriye. Hozat got, "Di 1'ê Mijdarê de ji nava darbeyê desthliatdarî derket. Ev desthilatdarî bi dizîtiyê hatiye bidestxistin."

Nivîsa Hozat a bi serenavê 'desthilatdariya darbeya sivîl' a li Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bi vî rengî ye:

"Di hilbijartina dubare ya 1'ê Mijdarê de ku bi darbeya sivîl a Tayyîp Erdogan re pêk hat, AKP bû desthilatdar. Ji xwe armanca darbeyê jî pêkanîna desthilatdariya AKP'ê ya bi tena serê xwe bû. Ev bi ser xistin. Darbe gihaşt encama xwe û AKP bi tena serê xwe bû desthilat. Lê belê desthilatdariyek bi darbeyê hatiye bidestxistin ne rewa ye û xwedî pêşerojekê nîne. Dema pêş wê vê yekê derxîne holê. AKP a darbekar, ev desthilatdarî bi şer, zext, komkujî û gefê bi dest xist. Civak bi şer, komkujî, mirin û kaosê re tirsand û deng berhev kir. Hemû derfetên dewletê seferber kir. Dengên Saadetê, BBP, Huda-Parê ber bi xwe ve kişand. DAIŞ ji xwe ji bo AKP'ê xebitî. MHP'ê yekser destek da. CHP bû alîkar. HDP di bin bandora êrîşan de ma Û nekarî têkoşîneke xurt bimeşîne. Di encamê de: ji nava darbeyê desthilatdarî derket. Ev desthilatdarî bi dizîtiyê hatiye bidestxistin. AKP'ê bi taybetî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, bi desteka DAIŞ'ê li Kurdistanê li dijî Kurdan, li Tirkiyeyê jî li dijî hêzên demokrasiyê êrîşên hovane û giran pêk anî, komkujî kir. Kampanya xwe ya hilbijartinê li ser tirsandin û tepisandina civakê meşand. Ji polîtîkaya şer û kaosê desthilatdariyek derxist. AKP ji MHP'ê bêhtir bû MHP'yî, bi MHP'ê re li hev kir û ew kişand cem xwe. Ji xwe MHP'ê ji roja destpêkê ve nîşan da ku ew amade ye pê re li hev bike. Bahçelî di sibeha 8'ê Hezîranê de bi nîşandana hilbijartina pêşwext û bi radestkirina serokatiya meclîsê ji bo AKP'ê re, pêşî li desthilatdariya AKP'ê vekir, bi awayekî sergirtî aşkera kir ku ew ê di hilbijartinan de destekê bide AKP'ê.

AKP ji aliyê desteka CHP'ê ve jî zêde netehibî. AKP, CHP kişand nava pêşbirka neteweperestiyê, bi vê yekê re destek ji tezkereya operasyona derveyî sînor wergirt û bi ragirtina li nêzî xwe re CHP bêbandor kir. Rewşa CHP'ê ya ku xwe ji îdeolojiya neteweperest û netewe dewletparêz rizgar nekir, bicihneanîna mîsyona mûxalefeta bingehîn û siyaseta pêşnedîtî, weke deng li AKP'ê vegeriya. Ya ku zor da AKP'ê û pêşî li desthilatdariya wê girt, HDP bû. Ji xwe HDP yekane partiya ku di 7'ê Hezîranê de AKP ji desthilatdariyê xist û xeyalên serokatiyê yên Erdogan têk bir bû. Û ji vê jî girîngtir, HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hemû nasnameyên cuda yên civaka Tirkiyeyê xist Meclîsê. Feraseta netewe dewlet a faşîzan û yekparê ji binî ve hejand, qulek kûr di nava rejîmê de vekir û rewşeke nû afirand. Yanî HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi feraseta xwe ya neteweya demokratîk a xwe dispêre hevrgirtina azad û wekhev a gelan, baweriyên cuda û zayendan û bi rêbaza siyaseta demokratîk re, sîstema netewe dewlet a înkar û tinekirinê qelişand û rê li ber komara demokratîk vekir. Lê belê ev performansa xwe li hemberî zêdebûna zextên piştî 7'ê Hezîranê nikarîbû dewam bike.

Tayyîp Erdogan û derdora wî darbeya sivîl esas girt û li dijî HDP û siyaseta demokratîk a ku HDP wê temsîl dike, hedef girt. AKP'ê bi hevkariya DAIŞ'ê re li dijî HDP'ê dest bi êrîşan kir û bi vî rengî xwest HDP'ê di binê bendê de bihêle tesfiye bike. Êrîşên beriya 7'ê Hezîranê destpê kirin, piştî 7'ê Hezîranê bi komkujiyên Pirsûs û Enqereyê re derket asta herî tirsnak û hovane. Ti cihekî HDP'ê nema ku piştî 7'ê Hezîranê rastî êrîşê nehat. Bi hezaran xebatkarên xwe û bi dehan siyasetmedar hatin girtin. Hevşaredar jî di nav de gelek rêveber bi mirinê hatin tehdîtkirin. Bi fermana AKP'ê re medya navendî heta rojad awî ambargo li ser HDP'ê meşand.

Li Kurdistanê jî AKP'ê bi hovane şer meşand. Rewşa awarte îlan kir, tank daxist navenda bajaran. Bi dehan zarok û sivîl qetil kir, îşkence li miriyan kir, bombe li goristanan û îbadetxaneyên gel barandin. Bi komkujiyan re gef li Kurdan xwar û bi zor û zextan re hewl da pêşî li dengên ji bo HDP'ê bigire. Sindoqên dengan radestî tîmên tevgera taybet, polîs û leşkeran kir. Li gelek deveran wezîfedarên HDP'ê yên li ser sindoqan girt, ew xist zîndanê. Bi zext, hîle û çavtirsandinê re hewl da dengên HDP'ê kêm bike. Bi kurtasî HDP'ê ji ber êrîşên hovane û komkujiyan nekarî kampanya hilbijartinê jî bimeşîne, bêyî propaganda hilbijartinê bike tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bû. Biryara pêkneanîna mîtîngan her çend biryareke ne di cih de bû jî, rîska komkujiyan bû sedem ku ev biryar were girtin. HDP ji aliyê pûçkirina siyaseta tirsê ya AKP'ê ve, di warê afirandina siyasetê de qels ma. Dema ev hemû bi hev re werin nirxandin, encama HDP'ê têrker nîne, lê belê serketineke girîng e. HDP bi pozîsyona xwe ya heyî re li Tirkiyeyê tekane hêza rasteqîn a mûxalefeta bingehîn e. Rola HDP'ê wê ji niha û pê ve bêhtir derkeve pêş. Di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û avakirina jiyaneke azad û wekhev de HDP wê aktorê bingehîn be.

Vê pêvajoyê bi awayekî vekirî nîşan da ku li dijî faşîzmê, têkoşîna demokratîk û berxwedana civakî çiqasî pêwîst û girîng e. Eger ev têkoşîn û berxwedan enbûya, HDP nikarîbû bendê derbas bike. Tevî hemû êrîşên hovane yên dewleta AKP'ê, eger HDP'ê serketineke mezin bi dest xistibe, ev yek bi saya têkoşîn û berxwedana hatiye nîşandan e. dewamkirina berxwedanê û mezinkirina têkoşînê ji niha û pê ve bêhtir weke pêwîstiyekê li holê ye. Berxwedana Demokratîk a Şoreşger-Eniya Têkoşînê, di vê pêvajoyê de pêwîstiyeke jêneveger e. Girîng e CHP rexnedayîneke rast û heqîqî bike, li cem HDP'ê tevlî têkoşîna demokrasiyê bibe. Yekîtiya têkoşîna demokratîk a bi HDP'ê re polîtîkaya tekane ye ku bi her kesî û Tirkiyeyê bide qezençkirin."