Şaxa Sendîkaya Karkerên Buroyê (BES) ya Amedê têkildarî butçeya sala 2013'an ku ji aliyê Wezareta Dadê ve di derbarê butçeya karmendan de li Meclîsê tê nirxandin bi slogana "Ne ji şer, talan, rant, muhafezekerê re ji bo karkeran butçe" şermezar kir.
Şaxa Sendîkaya Karkerên Buroyê (BES) ya Amedê têkildarî hevdîtinên butçeya Wezareta Maliyê ku derbarê butçeya karmendan de li Meclîsê tê nirxandin bi daxuyaniyekî şermezar kir. Daxuyaniya ku bi slogana "Ne ji şer, talan, rant, muhafezekerê re ji bo karkeran butçe" li ber avahiya Daîreya Bacê û Defterdarliga Amedê hate li darxistin.
Di daxuyaniyê de rêvebêrê û endamê BES'ê û hevkarên KESK'ê amade bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Bila 4/A, 4/B û 4/C rabe", "Em di Bacê de edalet dixwazin" û "AKP şer û êrîşe" hatin hildan û sloganê "Ne ji şer û rantê re ji bo karkeran butçe" û " Dê serkeftin bibe ya karkerên berxwedêr" hatin qêrîn. Li ser navê karmendan Serokê Şaxa BES'ê Mehmet Karaaslan daxuyanî xwend. Karaaslan diyar kir ku, îro bêgûman yek ji navê mitingeriyê jî butçeye û ev butçe jî ya AKP'ê ye.
Karaaslan da zanîn ku, ev butçe ya talan, rant û şer e û wiha got: "ev butçe xizanî, ne wekhevî û bê edaletiye. AKP vê butçeyê bi awayekî bê edaletî ji gel distîne û ji bo şer û rantê radizîne. Ev butçe di serî de perwerde û tendirustî di nav de ji hemû xizmetên raya giştî ku tune dike ye."
Karaaslan anî ziman ku, ew dê wek KESK'ê ji niha pê ve têkildarî butçeya sala 2013'an ji xwe re bername derbixin û li hemberî vê yekê li qadabin.
Piştî daxuyaniyê karmend belav bûn.