Berxwedana Şirnexê bi agirê Newrozê hat silavkirin

Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê lI gelek deveran agirê Newrozê hat geş kirin, bi agirê Newrozê berxwedana Şirnexê ya li hemberê êrîşên qirkirinê yên hikumeta AKP’ê hat silav kirin.

Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê lI gelek deveran agirê Newrozê hat geş kirin, bi agirê Newrozê berxwedana Şirnexê ya li hemberê êrîşên qirkirinê yên hikumeta AKP’ê hat silav kirin.

Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê, li hemberî qedexeya Newrozê ya Walitiya Şirnexê jî welatî daketin qadan û cejna azadiyê pîroz kirin. Girseya ku agirê Newrozê geş kir, berxwedana Şirnexê ya li hemberê êrîşên qirkirinê yên hikumeta AKP’ê silav kirin. Cîwanan li dora agirê Newrozê govend gerandin û bi dirûşmeyan berxwedana Şirnexê silav kirin. Agirê Newrozê li gelek deverên bajarokê hat pêxistin û ciwanan li ber stranên Koma Awazên Çiya û stranên Newrozê dîlana berxwedanê gerandin.