Li bajarê Serêkaniyê piştî ku komên çekdar ên çete êrîşî bajêr kir, ji hemû netewan şêniyên bajêr piştgiriya hêzên YPG’ê kirin û di dawiyê de jî komên çete neçar man ku agirbestê bixwazin. Her wiha gelek ciwanên Kurd ku di nava van koman de bûn, tevlî YPG’ê bûn û li dijî çeteyan şer kirin. Ev dîmena ku gelên bajêr 5 rojan derxistiye holê jî wekî, “nîşaneya yekîtiya netewî û yekîtiya gelan” hate binavkirin.
Li Serêkaniyê piştî şerê 5 rojan, li hemberî berxwedana YPG û gelên kurd, ereb, ermenî, asurî û suryanî komên çete neçar man agirbestê bixwazin. Ev daxwaza van koman bi şertê ku ji bajêr derkevin hatiye qebûlkirin û ji bo vê yekê hevdîtin didomin. Çav li rê ye ku di demjimêrên pêş de encama van hevdîtina derkeve holê. Lê tiştek din ya ku balê dikişîne, helwesta gelên li bajêr dijîne.
Derbarê şerê duh û bi giştî şerê 5 rojan de hinek agahiyên din ên girîng hatin bidestxistin. Li gorî vê yekê di şerê duh de ji koma bi navê Cebel El Zewye ku ji bajarê Îdlib hatibû kesek, ji Liwa El Tewhîd a ji Helebê hatibû 3 kes hatin kuştin. Van koman birîndarên xwe jî derbazî Tirkiyeyê kirin.
Hate hînbûn ku komên roja destpêkê yanî di 19’ê Mijdarê de li dijî YPG’ê şer kirine Cebhet El Nasra, Guraba El Şam, Liwa El Meşel Temo bûne. Hate diyarkirin ku, piştî şerê heta êvarê dom kiribû de, van koman daxwaza agirbestê kiriye, lê di 20’ê Mijdarê de 2 komên cuda ên bi navê Liwa El Tewhît û Cebel El Zewye derbazî bajêr bûn û pevçûnan dîsa destpê kir.
CIWANÊN KURD Jı KOMÊN ÇETE VEQETIYAN
Tişta balkêş jî ew e ku hate hînbûn roja duwemîn (20 Mijdarê) komên bi navê Liwa El Tewhît û Cebel El Zewye şer kirin, lê yên roja destpêkê (19 Mijdarê) hatibûn, yanî komên bi navê Cebhet El Nasra, Guraba El Şam, Liwa El Meşel Temo şer nekirin û gotine ku tu eleqeya wan bi Liwa El Tewhid û Cebel El Zewye re tune ye, ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine şandin.
ÎŞARETA YEKÎTIYÊ
Di şerê 5 rojan de her wiha hinek komên tensîqriyatan (Hevrêzên kurd) ên ku berê bi Artêşa Azad re bûn, ji van koman veqetiyan û tevlî YPG’ê bûn. Hate diyarkirin ku, navê van kesan jî dê di rojên pêş de bên aşkerakirin.
Piştgiriya gelên kurd, ereb, ermenî û asurî ya ji bo YPG’ê û tevlîbûna komên ji komên çekdar veqetiyane wekî, “îşareta yekîtiya kurdan, herwiha yekîtiya gelan” hate şîrovekirin.