Berxwedana li Geverê didome

Li Geverê ya qedexeya derketina kolanan berdewam dike bi tarîbûnê re tîmên taybet êrîşên xwe zêde kirin û li navenda navçeyê û gundan bombeyên gazê barand. Gel bi çalakiya dengderxistinê bersivê dide êrîşan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku qedexeya derketina derve didome polîsan bi wesayîtên zirxî ve riya Îpekê dorpêç kirin û li bombeyên gazê û guleyên plastîk ve êrîşî taxan kirin. Gel jî bi çalakiya dengderxistinê ve bersivê dide êrîşan. Li riya Îpekê polîsan bi sedan bombeyên gazê avêtin malan û di encama êrîşan de rêya Gever û Wanê di bin ewrên gazê de ma. Li navçeyê dem bi dem dengê çekan tê û li taxan berxwedana gel didome.

Li aliyê din li navenda sûkê wesayîtên zirxî jî ligel ku li taxên Dîze, Eskî Kişla û Gungorê çalakî tuneye jî polîsan bombeyên gazê avêtin wan deran jî. Ji ber bombeyên gazê li navenda navçeyê mesafeya dîtinê nemaye û fîşekên bombeyên gazê li cam û şaneşînên gelek malan ketin.