Berxwedana li Çiyayê Cûdî û Geverê didome

Li Çiyayê Cûdî çalakiya mertalên zindî didome. Li Geverê jî gel li ber xwe da û polîsên tevgera taybet ji taxên xwe qewirand.

Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de operasyonên leşkerî û terora dewlet dewam dike. Berxwedana gel a li hemberî vê terora dewletê didome. Li Çiyayê Cûdî tevî siyasetmedaran çalakiya mertalên zindî didome. Li Geverê jî gel li ber xwe da û polîsên tevgera taybet ji taxên xwe qewirand.

ŞIRNEX

Li Çiyayê Cûdî, çalakiya mertalên zindî ya ku li hemberî operasyonên leşkerî duh hate destpê kirin, bi tevlîbûna bi sedan welatiyan berdewam dike. Mertalên zindî li "Şehîdgeha Şehîd Cûma û Şehîd Binevş" çalakiya xwe berdewam dikin û diyar dikin ku heya operasyon werin sekinandin wê çalakî bidome. 

Çalakvan, yekser komûnên xwe yên kar ava kirin. Komek çalakvan, dest bi avakirina cihên ku bi obusan xira bûne kir, komek jî ji bo avdana derdorê û çêkirina şîvê kar girt ser xwe. Duh bi şev jî çalakvan, li dora agir govend gerandin. Çalakvan, li hemberî top û obusên ku car caran dihatin avêtin, agirê xwe gurtir kir û bi tilîliyan bersiv da. Li herêmê tevgera balafirên şer û keşfê jî bal kişand. 

COLEMÊRG

Li navçeya Colemêrg Geverê jî êrîşên polîsên tîmên taybet ên li ser taxan berdewam dike. Duh bi şev jî polîsan, bi wesayitên zirxî taxên Cumhuriyet, Saît Boru û Kanî Heyder dorpêç kir û êrîş kir. Polîsên tîmên taybet, ji wesayitên zirxî bi çekên giran nav taxan gulebaran kirin. Gel jî li hemberî êrîşan derket kolanan û bi tilîlî û dîrûşmeyan dest bi çalakiyê kir. Polîsên tîmên taybet qasî saetek êrîşên xwe berdewam kir, ji ber berxwedana gel neçar ji taxan vekişiya. Gel jî piştî êrîşa polîsan şikand, li ber bendan agir dada û heya sibehê nobed girt.