Berxwedana gel a li Geverê berfireh dibe

Li navçeya Geverê piştî ku hêzên dewletê êrîşî taxên Esentepe û Esenyurtê kirin welatî ligel qedexeya derketina kolanan li 8 taxan daketin qadan û li dijî hewldanên qetlîamê li ber xwe didin.

Li navçeya Geverê piştî ku hêzên dewletê êrîşî taxên Esentepe û Esenyurtê kirin welatî ligel qedexeya derketina kolanan li 8 taxan daketin qadan û li dijî hewldanên qetlîamê li ber xwe didin. Li navçeyê cenazeyê 2 welatiyên ku hatin qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û Ahmet Bulut ê birîndar jî sewqî Wanê hate kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku di saetên êvarê de qedexeya derketina kolanan hate îlankirin wesayîtên zirxî û bi sedan tîmên taybet û leşker li taxên Cumhuriyet û Gungorê operasyon li dar xistin û yek jê zerok 2 kes hatin qetilkirin. Di operasyonê de Mehmet Saît Arici yê 17 salî yê hate birîndarkirin ji ber ku polîsan destûr nedan ambulans bê jiyana xwe ji dest da û Naîm Noyan ê hate qetilkirin cenazeyên wan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

XETEREYA JIYANÊ YA BULUT DIDOME

Welatiyê bi navê Ahmet Bulut ê birîndar bû jî piştî mudaxaleya yekem sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yil a Wanê hate kirin. Hate hinbûn ku çîpa Bulut ji çoga wî pêve qut bûye û ji ber ku gelek xwîn winda kiriye xetereya wî ya jiyanê heye. Haşîm Şendal û birîndarên din jî li taxan tên dermankirin.

BERXWEDAN XURTIR DIBE

Hêzên dewletê hatin û çûnên navçeyê girtin û wesayîtên ku li Cadeya Îpekyolu hatine bicihkirin taxên Esentepe û Esenyurtê topebaran dikin. Piştre jî bi bombeyên gazê avêtin barîqatan. Li ser vê yekê gel xweparastina xwe da destpêkirin û hêzên dewletê mecbûr man paş ve vekişin. Li Taxa Cumhuriyetê bi beşdariya welatiyên ku ji taxên din hatin barîqat hatin xurtkirin. Li taxên Orman, Eskî Kişla, Dîze, Yeşîldere, Gungor û Mezarlikê welatî daketin qadan û û nobet dan destpêkirin.

MECLÎSA GEL: EM BERXWEDANÊ XURT BIKIN

Li navçeya ku berxwedan didome welatî li ber Meclîsa Gel a Geverê kom bûn û li vir daxuyanî hate dayîn. Li ser navê wan Hevberdevkê Koordînasyona Meclîsa Gel a Geverê Denîz Bulbun axivî û diyar kir ku gel wê ji berxwedana xwe tawîz nede û paş ve gav neavêje. Bulbun bilêv kir ku gel ji bo parastina xwe li kolanan e û nirxandina "Bi êrîşên wekî DAIŞ'ê bi ser gel de hatin lê azadî li van kolanan e" kir. Bulbun banga xurtkirina berxwedanê kir.

Li navçeyê elektrîk hate qutkirin û înternet jî tineye. Li aliyê din li asîmanê navçeyê balafirên şer û heron difirin. Dîsa xizmên Sakîne Bartin a ku krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê çûn nexweşxaneyê û li wir asê man. Leşker û polîsan hhatin û çûyînên navçeyê girtine û nahêlin ji duh ve ye cenazeyê Bartin bikeve navçeyê û zêdetirî 100'ê xizmên wê jî sekna xwe ya li nexweşxaneyê didomîne.