Berxwedan sembola hevaltiyê bû
Berxwedan Efrîn di encama hovitî û provokasyonên dewleta Tirk de, li çiyayê Agirî jiyana xwe ji dest dide.
Berxwedan Efrîn di encama hovitî û provokasyonên dewleta Tirk de, li çiyayê Agirî jiyana xwe ji dest dide.
Gerîlayê Kurd Berxwedan Efrîn ê bi navê Mihemed Şêxo li bajarê Helebê ji dayik bûye. Dibistan nexwendiye û di sala 2001'an tevlî nav refên gerîla bûye. Berxwedan kurê malê yê bi tenê ye û li ber destê dayik û xwişkên xwe mezin dibe. Berxwedan gerîlatiyê li çiyayê Araratê dike û pê ve tê girêdan.
Berxwedan, ji ber ku lawê malê tenê ye, ji aliyê dayika xwe ve delalî tê mezinkirin. Ew di nava malê de zarokê herî heskirî û li ser destan digerê ye û wisa tê mezin kirin. Berxwedan Efrîn, di temenekî biçûk de dest bi rakirina barê malbetê dike û bi kedê gav davêjê jiyanê. Ew hîne di temenekî biçûk de fêrî berpirsyartiya jiyan û bi rêvebirina malbetê dibe. Ew bi keda di jiyanê de dide, jiyanê diafirînê û di dilê dayika xwe û xwişkên xwe de cihekî heq kiribû distînê.
RÊYA HEQÎQETÊ DI NAVA PKK'Ê DE DÎT
Berxwedan Efrîn, di salên 1988'an de tevgera PKK'ê nas dike. Cara yekem dema ku kadroyên PKK'ê diçin mala wan, li ser kesayeta berxwedan bandoreke mezin dihêlin. Ji rabûn heya rûniştinê, ji axaftin heya dayin standinê bala Berxwedan dikişê û ew jî weke her ciwanekî Kurd bê mafiya li gelê wî tê kirin napejirînê û rêya heqîqet û azadiya xwe di nava refê PKK'ê de dibîne.
Dema ku di sala 1999'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin, li ser gelê Kurd, jinan û bi taybetî li ser ciwanên her çar perçên Kurdistanê bandoreke giran da çêkirin. Di nava gelê kurd de hêrseke bê ku were pênasekirin derket holê. Ev hêrs û tolhildana ji dijminê gelê Kurd di dilê berxwedan de jî xwe mezin dide der û di dawiya 2000'an de biryara beşdarbûna nava refên gerîla dide. Berxwedan, demekê li bajarê Helebê dimînê û di sala 2001'an de derbasî qadên çiya dibe.
Berxwedan Efrîn, li gelek qadên parastinên medya dimîne û di nava demekî kin de bi jiyana gerîla re dibe yek. Ew hemû astengiyên li pêşiya xwe dibihûrîne bi hevaltiya xwe hêz û moralê dide hevrêyên xwe. Berxwedan di nava hevrêyên xwe de bi taybetmendiya xwe ya ked dayin û hevaltiyê tê naskirin. Ew bi van herdu taybetmendiyan cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de çêdike. Bi sekna xwe her tim dibe xwediyê çalakiya jiyana bi kedê tê afirandin û her tim di nava hevalbendên xwe de dibêjê 'em çiqas ked û xwêdanê birijînin, dîsa em ê li hemberî rastiya Rêberê xwe kêm û nebes bimînin'.
ARARAT WARÊ EVÎN Û HEVALTIYA WÎ BÛ
Berxwedan Efrîn, heta sala 2006'an li herêmên parastinên medya'yê têdikoşe û dixwaze rêwîtiya meşa azadiyê li Bakurê Kurdistanê bidomîne. Li ser xwestek û pêwîstiyên rêxistinê, ji bo çûna qadên Bakurê Kurdistanê pêşniyara xwe ji rêxistinê re radigihîne. Rêxistin piştî ku pêşniyara wî dipejirînê, di destpêka sala 2006'an de derbasî qada Serhedê çiyayê Araratê dibe. Di nava demeke kin de fêrî şert û mercên gerîlatiya Bakur dibe û bi Araratê ve tê girêdan.
Gerîlaya bi navê Sema Ararat a ku li Serhedê Berxwedan nasiye wiha behsa jiyan û têkoşîna wî dike: "Min yekem car heval berxwedan li çiyayê Agirî dît, lê beriya ez bibînim min ew bi heskirina hevaltiyê bihîstibû. Heval Berxwedan di malê de tenê laweke û bi xwişkên xwe re mezin dibe. Ev şêwazê jiyana wî bandora xwe li ser têkilî danîna bi hevalê jin re dikir. Bi rêzdariyek mezin û hevaltiyê nêzî hevalê jin dibû. Xwe gelekî nêzî hevalê jin didît. Ji ber van nêzikatiyên xwe hem di nava hevalê jin de û hem jî di nava hevalên xort de dihate hezkirin. Heval Berxwedan ti carî dilê rêhevalên xwe nedihêşt û beriya hevalên xwe direviya her karî."
DI KESAYETA XWE DE XETE NEDIPEJIRAND
Ararat diyar kir ku Berxwedan Efrîn ti carî ji bo xwe û hevrêyên xwe kêmasî qebûl nedikir û got, "Ji bo heval Berxwedan parastina jiyan û hevaltiya rêxistinê beriya her tiştî dihat. Dema ku di jiyanê de xeteyek biçûk jî bikira ji xwe aciz dibû digot' van şaştiyan ne layiqî jiyana me ne û bi tundî ser xwe de diçû. Her tim digot' pêwîste em xwe bighînin pîvanên milîtaniyê di kesayeta xwe de tiştên herî baş û bi nirx tevlî vê jiyanê bikin.' Ji bo xwe rexne û rexnedayîn weke çeka herî bi hêz a jiyanê bi pêşve dibe didît.
Heval Berxwedan di avakirina têkiliyên xwe yên bi gel re jî xwedî hewldaneke mezin bû. Çawa ku bi rêxistinê ve girêdana xwe diyar dikir, heman girêdan di nava gel de jî dida jiyankirin. Rêza ku ji gel re dida nîşandan, gel jî heman rêz û heskirina xwe ji bo hevalê Berxwedan didan nîşandan."
DI DEMA ÇÛNA SER ERKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA
Berxwedan Efrîn, li herêma Kirê Kor a girêdayi Agirî tevî yekîneyek heval li wir xebatên xwe bi rêve dibin. Komek ciwanên dixwazin beşdarî nava refên gerîla bibin ji gerîla Berxwedan re dibêjin û soza tevlîbana nava refên gerîla didin. Lê dewleta Tirk a ku weke her car li pey provekasyonan ye li ser kar e. Ji bo gerîla bikişînê nava şer, her şêweyê şer dixe meriyetê. Tevgera Azadiyê di wê demê de yek alî rewşa agir bestê îlan kiribû. Tevî hemû şiyar bûn û hesasyetên gerîla ji bo agirbestê jî artêş û polîsên Tirk dev ji kiryarên xwe yên nediyar bernadin. Berxwedan diçe cihê hevdîtinê ku daye şervanên tevlî bibin. Tevî ku sivil û bê çek e diçe, artêşa Tirk a ku ne xwe li tevlîbûna ciwanan û ne jî xwe li gerîla radigire di encama hinek agahiyên bi destxistine de bi cihê hevdîtinê dihese. Li cihê hevdîtinê şerekî demkurtî diqewimê û Berxwedan Efrîn jiyana xwe ji dest dide. Ev ne bû bûyera dawî ya dewleta Tirk li hemberî gerîla û ciwanan. Hevrêyên Berxwedan di demên cuda de tola wî hilanîn û Berxwedan weke navê xwe tevlî nava berxwedan û ruhê 14'ê Tîrmehê bû.