Beriya Newroza li Cizîrê avahiya DBP'ê hat dorpêçkirin

Beriya Newroza fînalê ya li Cizîrê, ku wê weke bîranînê bê lidarxistin, polîsên Tirk dor li avahiya DBP'ê girtin. Tevî dorpêçiyê jî gel li ber avahiya partiyê li hev dicive.

Beriya Newroza fînalê ya li Cizîrê, ku wê weke bîranînê bê lidarxistin, polîsên Tirk dor li avahiya DBP'ê girtin. Tevî dorpêçiyê jî gel li ber avahiya partiyê li hev dicive.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo bîranîn û xwedîderketina li doza kesên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan îro mîtînga Newroza Cizîrê tê lidarxistin. Berî mîtînga Newrozê hêzên rejîma Tirk avahiya DBP'ê dorpêç kirin. Tevî ku polîsan bi maşîneyên zirxî avahî dorpêç kirine jî gel diherike qadê. Wekîlên HDP'ê jî li ber avahiya DBP'ê kom bûn. Tê payîn heyeta ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Berdevkên HDK'ê Gulistan Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu di demeke kurt de bên Cizîrê û telvî mîtîngê bibin. Wekîlê HDP'ê Faysal Sariyildiz, şaredarên Cizîrê, endam û rêveberên DBP û HDP'ê çûn pêşiya navçeyê.

Dayika endamê Meclîsê yê DBP'ê Mehmet Yavûzel jî ji Rihayê hat Cizîrê. Li bendê ye ku malbatên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi heyetê re bên qada Newrozê. Li aliyê din ji Rêxistina Efûya Navneteweyî jî 8 akademîsyen ber bi Cizîrê ve ketin rê.