Li seranserê Bakûrê Kurdistanê bi banga BDP’ê hemû derabeyên ensaf û dikanan hatin girtin. Parlementerê AKP’ê yê Amedê Cuma Îçten ê ku di her carekê de BDP’ê dike hedef û dibêje ku bi darê zorê derabe têne girtin, serê sibê deriyê kargeha xwe ya çekan a li Amedê girt.
Di çarçoveya çalakiya girtin dikanan û daxistina derabeyan de, Parlementerê AKP’ê yê Amedê beriya her kesê deriyê kargeha xwe ya çekan a bi navê Global a li Yenîşehîra Amedê girt.
Her çendî kargeha Îçten ji aliyê polîsan ve tê parastin, lê ji serê sibê ve deriyê wê girtiye.