Bêrîtan Dêrsim: PKK hêviya azadî, nasname û felsefeyê ye

Bêrîtan Dêrsim: PKK hêviya azadî, nasname û felsefeyê ye

Endama Konseya Rêveber ya KCK’ê Bêrîtan Dêrsim diyar kir ku, di 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de gihiştine rastiya gel û nasnameya civakî. Dêrsim da zanîn ku, PKK ne mumkune ku wekê Partiyekê bê nasandin û PKK wek hêviya azadiyê wek felsefeyê bi nav kir.

Dêrsim da zanîn ku, girevên birçîbûnê li ser banga Rêber Apo di roja 68’an de bi dawî bû û gihiştiye armancên xwe û got ji vir şûn ve peywir li ser milê yên dervene. Dêrsim got muzakereyên ku di rayagiştî de tên nîqaşkirin jî tune ne û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Dêrsim derbarê salvegera damezrandina PKK’ê de ji ANF’ê re axivî. Dêrsim da zanîn ku, ew di serî de salvegera berxwedana PKK’ê di serî de li Serokatî û hemû gelê Kurd pîroz dikin.

Dêrsim derbarê mijarê de wiha got: “Têkoşîna tevgera azadiyê ev 34 sale bê navber dimeşe û bedelên mezin da. Bi hezaran şehîd da. Yanî ev 34 sal bi hêsanî derbaz nebû. PKK’ê ji bo gelê Kurd û gelên bindest yên Rojhilata Navîn nirxên gelek pîroz yên watedar afirandin. Ji ber vê jî ji bo hemû kesî bûye hêviyek mezin. Ji bo vê jî divê mirov hêzeke mezin bin. ji ber vê jî terza herî mezin ya Serokatiya me PKK pênase kiriye. Ji bilî vê têgehê jî têgeh nîne. Yê din jî fêmkirine. Divê rastiya PKK baş bê fêmkirin ya girîng eve.”

Dêrsim destnîşan kir ku, PKK wekê tê îfadekirin ne partiyeke wiha pê de çû: “Gihiştiye wateke Kurd û gerdûnî. Bi rêziknameya xwe partiyeke lê hedef û armancên wê jiyaneke. PKK ji bo jiyana azad biafirîne kesê azad hedef kir. hewl da bibe hêviya azad ya mirovan. PKK îro navê jiyana azade. Li ser navê gel li ser navê jinan jiyana azad, mirovên azade.”

PKK RASTIYA SEROKATIYÊ YE

Dêrsim anî ziman ku, PKK tevgereke fedayiye û wiha got: “Ji bilî PKK li Kurdistanê û cîhanê gelek tevger hene. Dema ez dibêjim PKK li ser vê nabêjim. Tişta ku PKK cuda dike ruhê Apoyîtiyê ye. rastiya Serokatiyê ye. cudahiya esas di vir de ye. Ji ber vê jî ji bo naskirina PKK divê mirov Rêber Apo nas bike.

Dêrsim da zanîn ku, mijara tasfiyekirina PKK mumkune an na, ji bo me ne tiştekî ku em li ser rawestine û got: “Dewlet vê nîqaş dike. dirûşmeyeke gelê me ye û rastiyê jî vedibêje. PKK gele gel li vire. Niha ez dikarim bi gelek aliyan bêjim PKK nayê tasfiyekirin. Lê ez hewce nabînim. Tasfiyekirina PKK, tasfiyekirina gele.”

BILA KES LI KURDÊN BERÊ NEGERE

Dêrsim wiha pê de çû: “Kurdan di dîrokê de gelek caran wenda kir. xwestin kurdan dîl bigirin. Mafên wan ên herî xwezayî jê girtin. Armanca gelê Kurd di warê azadiyê de nemabû. Beriya PKK’ê rewşa gelê Kurd tê zanîn. Lê ger ku îro gelê Kurd ji koletiyê derketibe, li qadan ji bo azadiya xwe têkoşîn dabe û behsa nasmeya xwe dike, wê demê ev hêzeke ku nayê têk birine. Kurd ne kurdên berêne. Zarokên kurd bi Rêber Apo re daxwaza jiyana azad kirine. Kurdên teslîmkar tunene. Bila kes li wan kurdên berê negere. Dibe ku hi aliyê hevkar hebin. Ez wan ji derveyê vê dibînin.

PKK TEVGEREKE GERDÛNIYE

Dêrsim bi lêv kir ku, PKK tevgera gerdûniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi paradîgma û felsefe û armanca tevgereke gerdûniye. Îdeala hemû gelên ku şer jiyane ye. belê PKK jî bi van re tevdigere. Ez PKK di aliyê jinan de jî wek şanseke mezin dibînin. Dema mirov asta azadî û hişmendiya civakekê bixwazin fêm bikin divê mirov li statûya jinê ya wê civakê binêrin. Di civaka Kurd de mînaka herî şênber ya jinê bû. herî zêde jinên Kurd di bin bandora şer de man. herî zêde jin ji derveyê heqîqetê, ji derveyê jiyanê hatin girtin. Lê em jinê wekê jiyanê bin av dikin. Em dibêjin ‘Jin jiyane.’ Di nava vê pergalê de hatin kolekirin. Berê di tu qada jiyanê de jin tunebû. Belê. Namûse. Jin hatibûn tunekirin. Belkî hinek bêjin ne wisaye, lê bi rastî wisa bû.”

EM DEYNDARÊ SEROKATIYA XWE NE

Di berdewamiya axaftinê de wiha hat gotin: “Têkoşîna azadiyê evqas ne hêsane. Di aliyê jinê de zehmettire. Di vî alî de ev serkeftineke mezine. Em deyndarê Serokatiya xwe ne, deyndarê PKK’ê ne. Gelek tevgerên çep-sosyalîst di bernameyê xwe de cih dane jinan lê di teoriyê de maye. Jina îro îfade nedikir. PKK îro partiya jinê ye. Serokatiya me gelek caran aniye ziman. Birêz Ocalan di warê Têkoşîna Azadiya jinê de gotibû ‘Projeya min a herî mezine’. Di got projeya min a nivço mayiye. Me jinan jî wekê hedef da ber xwe. Seroktiya me her tim digot pêşengên vê tevgerê jinin. Digot jin civakin. Em hêvîdarin dê rojekê jinên Kurd û serokatiya me fêm bikin. bê guman em dê di her şert û mercî de serokatiya xwe derxin asta herî bilind. Serokatiya me bo me heqîqete.”

TESLÎMIYET TÊK ÇÛYE XETA BERXWEDANÊ QEZENC KIRIYE

Dêrsim got, PKK her tim xwe nû dike û li gorî hewcedariyên xwe, xwe nû dike. Dêrsim wiha got: “Em vê jî deyndarê parêzname û zihniyeta serokatiya xwe ne. berxwedanên zindanan kevneşopiya PKK’ê ye. Ji roja ku avabûye berxwe daye. Bi qasî vejînê, tevgera berxwedanê ye. di vê wateyê de ez hemû hevalên xwe yên zindana ku 68 rojan greva xwe berdewam kirin silav dikim. Em jî kêmasiya ku me ew azad nekirin dijîm. Berxwedana hemû hevalên zindanê ruhê berxwedana Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Çarane.”

Dijmin her tim xwestiye ji bo PKK dîl bigire polîtîka li ser zindanan pêk aniye. Hêza wan têrî çi bike wê dikin. Dikujin, dişînin surgunê, dikin zindan û dixwazin teslîm bigirin. Lê hikûmet AKP’ê di grevan de têk çûye, îflas kiriye. Teslîmiyet têk çûye û xeta azadiyê qezenc kiriye. Operasyonên KCK’Ê jî îflas kiriye.

GREV GIHIŞTINE ARMANCA XWE, MASKEYA AKP’Ê KET

Dêrsim wiha pê de çû: “Berxwedanên Girtîgean di warê PKK’ê de mewziya berxwedanê bû. dewleta tirk dikare mirovan di warê fîzîkî de dîl bigire lê nikare nêrîna wan dîl bigire. Dewlet negihişt armanca xwe. Girevan em xemgîn kirin. ev peywir aydê yên derve bû. gerîla rola xwe lîstiye. Em nekarin bên her tişt bê kêmasî bu lê rola xwe lîstiye. Gel rola xwe zêde nelîst. Lê berxwedana Zindanan gihiştiye armanca xwe. Grevan maskeya AKP’ê xist. AKP heta niha digot PKK serî li çekan didin. Lê grev rêbazeke demokratîk bû. hevalên me bedena xwe dan ber mirinê. Digotin dê herî zê de 25 rojan berxwe bidin. Piştre hewl dan ku mudaxale bikin. lê çû ku derê bi pirsên wekê hun ji daxwazên girtiyan re dibêjin çi re rû bir û hatin. Belê AKP li vir hat teşhîkirin.”

MUZAKERE DESTPÊ NEKIRINE

Dêrsim balkişand ser muzakereyan û got, armanca grevê ya sereke rakirina tecrîdê bû û wiha go: “Huseyîn Çelîk dibêje parêzer dê neçin. Lê têkoşîna me li her qadê dêbidome. Dibêjin qey grev bi dawî bû her tişt qedya. Lê ne wisaye. Berxweda didome. Divê rayagitşî wiha bibîne. Divê bi muxatabên pirsgirêka Kurd re hevdîtin bê kirin. Ev kî ye? Serokatiye. Herî dawî dê muxatab bigirin. Têkoşîna me dê bîne vê astê. Nîqaşên wekê muzakere hene an na tê kirin, Na muzakere nîne. Ger hebûya evqas êrîş dê tuneban. Mesele ne ku parêzer bi serokatiyê re hevdîtinê bîke, mesele eve ku serokatiya me ji wir derkeve. Têkoşîna me dê di her şert û mercî de bidome. Her kesî ev dît. Divê navberê de ez hemû gelê me û kesên li pişt girevan rawestiyan silav dikim.

Divê êdî civaka Kurd jî berpirsyariyê bigire. Divê bi hev re bibin hêz û zextan li hikûmetê bikin. çareserî ancax wiha pêk were.”

Dêrsim balkişan ser rewşa Sûriyeyê û got ev rewş tenê dê bandorê li Sûriyeyê neke û got: “Bandorê li ser hemû herêmê dike. her kes dê têkiliyên xwe li ser vê pêşve bibin. Sedema mudaxalekirina Tirkiyeyê jî ji ber vê ye. Tirkiye dixwaze Rojavayê Kurdistanê bike hedef û bibe mudaxîl. Aloziya Rojavaye Kurditanê ji ber dewleta tirke. AKP ye. hemû geşedanan e v ispat kiriye. Dewleta tirk naxwaze Kurd li wir hêza xwe ava bikin. vê pir vekirî dibêje. Ji ber vêjî divê Kurd li gorî vê xwe amade bikin. ji destê tirkiyeyê bê dê bi xwe biçe wir.

Hemû rêxistinên Kurd jî stratejiya xwe saxlem nekiriye. Nêzîkatiyên berjewendî hene. Kesên îradeya xwe nexistibin holê ji aliyê kesên din ve tên bi rêvebirin. Divê ev ji holê bê rakirin. Divê ji bo berjewendiyên gel tevger bikin.”