Li Dêrka Hemko Meclisa Jinê ya gundê Zihêriyê ku girêdayê Dêrkê ye şervana kurd Bêrîtan Dêrsim di civîneke jinan de hate birîanîn.
Di civînê de Endama Komîteya Rêveber ya Yekîtiya Star li Dêrkê Neçbîr Azad ji beşdaran re li ser berxwedana Bêrîtan axivî û bal kişand ku Bêrîtan teslîmkarî qebûl nekir û bi berxwedana xwe rola pêşeng a jinan danîşan daye. Azad komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û balkişand ku bi xebatên xwe ewê komployê pûç bikin.
Li Serêkaniyê jî Meclisa Jinan a ku berya demekê hatibû avakirin dest bi karê pratîkî kir û pirsgirêkên jinan bi hewldanên xwe çareser dike. Her wiha dewreyên perwereyên jinan li hemû taxên Serêkaniyê destpêkirine. Bi wesîleya pêşxistina jinan di ware civakî, siyasî û ziman de bi mebesta pêşxistina rola jinan di nava civakê de hatiye destpêkirin.
Der barê mijarê de Cîgira Rêvebira Meclisa Serêkaniyê Bedîa Mistefa li ser rola meclisên wan di xebatên çareserkirina pirsgirêkên jinan û azadiya ku bi salana jê bêpar maye axivî û wiha got: “ Niha bi riya fikir û felsefeya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku ji bo azadiya jinê kedek mezin daye ji ber ew li ser bingeha azafiya xwe wek jin wê tevbigerin û nejatperestiya zeyendî ji aliyê mêr ve bê bandor bikin.”
Li Efrînê jî meclisa jinan bi armanca bîranîna Bêrîtan Dêrsim û şermezarkirina komploya navnetewî civînek li dar xistin, di civînê de Endama Meclisa Yekîtiya Star Betofa Efrîn ji jinan re li ser berxwedan û qehremantiya Bêrîtana axivî. Efrîn diyar kir ku destên îxanetê ku bû sedama sehîdketina Bêrîtan şehîd şermezar kir. Efrîn komploya navnetewî ku li bijî Rêberê gelê kurd ‘Ocalan’ pêk hatibû şermezar kir.
Piştre koma Amara bi stranên xwe civîna bi dawî kir.