Berdevkê HSD'ê Selo: Azadiya Holê nêz e

Ji Berdevkên HSD'ê Selo diyar kir, ku pêngava di roja 11. de wê heta paqijbûna tevahiya derdora Hesekê bidome. Selo bang li hemû hêzên ku Sûriyeyeke demokratîk dixwazin kir, di nava HSD'ê de cih bigirin.

Ji Berdevkên HSD'ê Selo diyar kir, ku pêngava di roja 11. de wê heta paqijbûna tevahiya derdora Hesekê bidome. Selo bang li hemû hêzên ku Sûriyeyeke demokratîk dixwazin kir, di nava HSD'ê de cih bigirin.

Ji Berdevkên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Serheng Talal Elî Selo, pêngava HSD'ê ya di roja 11. de ye ji ANF'ê re nirxand.

'HETA KU JI ÇETEYAN BÊ PAQIJKIRIN, EM Ê NESEKININ'

Elî Selo da xuyakirin ku pêngav di roja 11. de bi awayekî serketî dewam dike û got, "Pêngav di çarçoveya planên hatiye kirin de gav bi gav digihêje armanca xwe. Pêngava ku me li başûrê Hesekê dan destpêkirin, heta niha pêşketinên girîng bi xwe re anî. Armanca destpêkê ya pêngavê paqijkirina bejahiya Hesekê ji çeteyan bû, ev yek bi awayekî serketî dewam dike."

Selo diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de berî du rojan hêzên ji aliyên Til Berak û Hesekê ketibûn nava tevgerê, gihaştin hev û anî ziman ku di 10 rojên bihûrî de derbên giran li çeteyan hatine xistin. Selo ragihand ku wan gelek êrîşên dijber ên çeteyan şikandine û gelek gund û gundik ji çeteyan paqij kirine.

Berdevkê HSD'ê Elî Selo da zanîn ku pêngava wan, heta azadbûna tevahiya bejahiya Hesekê ew ê dewam bike û got, "Em ê ne li Holê ne jî li devereke din bisekinin. Heta ku tevahiya bejahiya Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û azadkirin, pêngava me wê dewam bike. Dûre em ê dest bi xebatên amadekirina pêngaveke nû bikin."

'HOL JI BO ÇETEYÊN DAIŞ'Ê QADEKE STRATEJÎK E'

Berdevk Selo, girîngiya başûrê Hesekê û Holê bi vî rengî vegot:

"Me pêngava xwe, ji bo paqijkirina başûrê Hesekê dan destpêkirin. Me bi taybetî ji bo Holê nedan destpêkirin. Lê belê Hol jî di nava sînorên vê herêmê de ye. Hol ji gelek aliyan ve girîng e. Ji bo me hêzên HSD'ê cihekî pêngav lê dewam dike ye. Çeteyan ji vê derê êrîşî Hesekê û gelên Cizîrê dikirin. Hol nêzî sînorê Sûriye-Iraqê ye. Çete çûn û hatina xwe ya navbera Sûriye-Iraqê li ser vê rê dikin. Bi rizgarkirina Holê re em ê alîkariyên ji çeteyan tên, bibirin. Çeteyên DAIŞ'ê, alîkariyên di ser van rêyan re tîne, li tevahiya herêmên Sûriyeyê belav dikin.

Başûrê Hesekê û Hol ji bo çeteyên DAIŞ'ê qadeke stratejîk e. Piştî ketin Til Ebyad çeteyan gelek baregehên xwe derbasî vê derê kirin. Ji ber vê girîngiyê, DAIŞ'ê xwe li vê derê bi xurtî bi rêxistin kiriye. Herêmên baregehên leşkerî û xebatên binesaziyê li vir birêxistin kiribûn. Ji bo li vê herêmê bimîne, li qadeke berfireh a derdora vê, xefikên bi teqemeniyên mezin danîn. Li dora navendên xwe qenalên mezin û dirêj vekirine."

'EM DIXWAZIN DI DEMEKE NÊZ DE MIZGÎNIYA AZADIYA HOLÊ BIDIN'

Berdevkê HSD'ê Elî Selo diyar kir ku tevî van hemû amadekariyên çeteyên DAIŞ'ê jî, hêzên HSD'ê di nava 10 rojan de hema hema hemû qadên derdora Holê azad kirine û got, "Niha bi qasî 3 kîlometreyan em nêzî Holê ne. Ji îro ve me rêya di navbera Hol û Xatûniyê birîn e. Di demeke nêz de em dixwazin mizgîniya azadiya Holê bidin. Bila dilê gelê me yê Sûriyeyê rehet be. Piştî azadbûna Holê, pêngava me wê heta azadbûna temamiya bejahiya Hesekê bidome."

'ME 46 GUND, BI DEHAN GUNDIK Û WARGEH AZAD KIRIN'

Selo ragihand ku hêzên HSD'ê heta niha di çarçoveya pêngavê de 46 gund, bi dehan gundik û wargehên li derdora van ji çeteyan paqij kirine û got, "Ji ber ku çeteyên ev herêm ji bo armancên xwe yên leşkerî bi kar dianîn, gundên li vê derê ji gel vala kirin. Me jî, dema dest bi pêngavê kir, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo gel zerarê nebîne û ji aliyê çeteyan ve weke mertal neyên bikaranîn em ê ji bo demekê herêm vala bikin. Lê belê piştî ku me dest bi pêngavê kir, dît ku herêm ji xwe ji aliyê çeteyan ve berî demeke dirêj hatiye valakirin û gel neçarî koçkirinê hatiye hiştin."

'BILA GUNDÎ HINEKÎ DIN JÎ SEBIR BIKE, WÊ PIŞTRE VEGERIN'

Ji bo ewlekariya gundan Elî Selo got, "Dixwazim vê yekê destnîşan bikim; her çend me herêm ji çeteyan paqij kiribin jî, lê belê hînê ji bo vegera gundiyan ne guncaw e. Çeteyan gelek teqemenîk û xefik li dû xwe hiştine. Ji ber vê yekê ne rast e ku niha gundî vegerin. Bila hinekî din jî sebir bikin, heta ku herêm bi temamî ji çeteyan û bermayînên wan hatin paqijkirin, ew ê vegerin."

'GELÊN SÛRIYEYÊ XWEDÎ LI HSD'Ê DERDIKEVIN'

Selo bibîr xist ku Hêzên Sûriyeya Demokratîok ji tevahiya gelên Sûriyeyê pêk tên û got, "Bi taybetî başûrê Hesekê ku pêngava me lê dewam dike, ji gelê Ereb pêk tê. Çi gelê herêmê, çi jî ji aliyê giştî ve gelê Ereb û civak hemû, eleqeyeke baş û zêde nîşanî me dide. Têkiliya me bi wan re gelekî baş e. Gel vê hêzê weke hêza xwe dibîne. Îspata herî şênber a vê yekê jî tevlîbûna Tûgaya Skûrûl El Badî (Bazên Çolê) li nava refên me ye. Bazên Çolê bi temamî ji kabîleyên Ereb pêk tên. Ev Erebên li başûrê Hesekê dijîn e. Ev yek nîşan dide ku gel xwedî li HSD'ê derdikeve."

Elî Selo da xuyakirin ku kî dixwaze tevlî nava refên wan bibe, deriyê HSD'ê ji her kesî re her tim vekiriye.