'Belge, nîşan didin ku komkujî berê hatiye plankirin’
Derket holê ku amadekariyên Komkujiya Dêrsimê ya di navbera 1937-1938’an de di bin navê ‘Tevgera Reform û Islahê de’ pêk hatiye di navbera salên 1932-1934’an de hatiye kirin.
Derket holê ku amadekariyên Komkujiya Dêrsimê ya di navbera 1937-1938’an de di bin navê ‘Tevgera Reform û Islahê de’ pêk hatiye di navbera salên 1932-1934’an de hatiye kirin.
Derket holê ku amadekariyên Komkujiya Dêrsimê ya di navbera 1937-1938’an de di bin navê ‘Tevgera Reform û Islahê de’ pêk hatiye di navbera salên 1932-1934’an de hatiye kirin. Di belgeyên ji arşîvên Meclîsa Tirkiyeyê derketine, projeyên Komkujiya Dêrsimê, belavkirina çekan a li muhacîran û talîmta ‘lêxe’ heye.
Lêkolîner Nîvîskar Yusuf Baranbeyî ku li ser Komkujiya Dêrsimê û şahidên zindî lêkolîn meşandiye, ji Meclîs arşîvên Dêrsimê bi gel re parve bike bi hevkariya parlamenterên HDP’ê pêşnûmepirs dabû. Baranbeyî belgeyên di navbera 1932 û 34’an de bi ANF’ê re parve kir.
CIL Û BERGÊN WAN JÎ DEREWÎNIN…
We der barê komkujiya Dêrsimê de vegotinên gelek şahidan esas girt. Niha belgeyên nivîskî mijara gotinê ne?
Me di gelek belgeyan de tespîta Dêrsim ‘serê nebaşiyê ye’ hîn kiribû. Belgeya herî girîng: raporên ku Mustafa Kemal û rayedarên herêmê nivîsine. Bi dehan belgeyên der barê Dêrsimê de niha destê min de ne. Ev belge tenê du mijaran ronî dikin.
Şahidên bûyerê, rojnameyên demê, daxuyaniyên serbazên di qirkirinê de cih girtin (Albay Hulusî Yahyagîl) vegotinên N. Fazil Kisakurek, vegotinên Dêrsimiyên rizgar bûne parastinên nîjadperestan mirovan matmayî dihêle.
Aliyên der barê komkujiya Dêrsimê de nivîsin yên weke ‘Islahat û reform’ nirxandine hene. Yên şeklê komkujiyê kirin mijar jî hene….
Ji vê saetê şûnde ev nîjadperest dixwazin çi bikin? Kîjan komkujiyê wê bi çi derewan veşêrin. Ez rastî jî meraq dikim. Min bernameyek televîzyonê temaşe dikir. Dêrsimiyek li gel min rûniştibû û got; cil û bergên van jî derewan dikin. Li yek ji nuqteya ku herî zêde berxwedan; bikaranîna gaza jehrê bû. dîroknasên gotina Î.Sabrî Çaglayangîl ya weke ‘Dêrsimê li şikeftan wek mişkan hatin jehrîkirin’ qebûl nekirin gelo wê belgeya ku rojek pişt wê derket holê ya ‘gaz hat bikaranîn’ re wê çi bêjin.
HINCET BÊ BINGEHIN
‘Dêrsimiyan leşker dikuşt, Dêrsimiyan leşker nedişandin artêşê, Dêrsimiyan bac nedida….” Ev îdiayên ku wek hincet ji komkujiyê re hatin pêşkêşkirin hûn çawa dinirxînin?
Tevgera Dêrsimê ji berê de hatibû plankirin, hema wisa di carekê de nehatiye kirin. Kes bi van derewan bawer nake êdî. Ji ber ku belge li holê ne. Li herêma Dêrsimê baca li Dêrsimê hatiya tahaquqkirin;148.721 TL ye. ji vê 138.540 hatiye tahsîlkirin. Ev jî teqabulî ji sedî 93.15 baca ku hatiye dikin dike. Ez dipirsim: Wê demê li kîjan bajarî evqas bac hatiye dayîn? Li her bajarî leşkerên qaçax hebûn, gelo Dêrsim bi qasî kîjan bajarî bi qaçax tijî bûn. Di lêkolîna xwe de min bihist ku bi dehan mirov leşkerî kiriye.
Hêrsa Dewletê ya li dijî gelê Dêrsimê çi bû? Sedemek şênber hebû?
Dewlet ji berê de li dijî Dêrsimê ne rehet bû. Dewlet ji ber jîrbûn û berxwedêriya Dêrsimê ne rehet bû. Binêrin Çaglayangîl Dêrsimiyan çawa vedibêje: “Ji van sê kes li çiyayan taburê didin sekinandin.” Di raporên Dêrsimê de bi awayekî xeter tê vegotin: “Lê sebra Dêrsimê biqede. Wê demê Dêrsim lehiyek mezin e. Wê wek guran li derdorê belav bin. Ne mal ne jiyanê ti tiştekî nas nakin.” (Naşit Hakki Ulug Derebeyi û Dêrsim, Çavkanî Weşand., 2010, s. 29.)
NÊZÎKATIYA MUXALEFET Û RAYA GIŞTÎ YA DERVE
Hêz an jî muxalefeteke ku mudaxaleyî vê komkujiyê bike tine bû? Raya giştî di nava helwestek çawa de bû?
Dixwestin gelê Dêrsimê wek xayînên dewletê nîşan bidin. Hemû çapemenî bû amûra vê. TKP ya demî qirkirina Dêrsimê wek ‘Tevgereke reformîst a li dijî Derebeyan’ ji Yekîtiya Sovyetan re kir rapor.
Şerê li Çîn-Japon û şerê navxweyî yê li Spanyayê, Ewropa ber bi aloziyekê biribû û bi vê re şert û mercên hundir û derve hatibûn temamkirin. Ji ber ku tevgera Komarê, planek bi xwîn amade kiribûn. Tiştên hatin jiyîn hovitiya DAIŞ’ê ya îro bû. êrîşeke wisa leşkerî wê li cîhanê rastî bertekan bihata. Ji ber vê divê şert û merc di cih de bûna. Îmhayek mezin li Dêrsimê rewa hatibû dîtin.
DI BELGEYAN DE TÊ DÎTIN KU BERÊ HATIYE PLANKIRIN
Di belgeyan de çawa tê îfadekirin ku komkujî berê hatiye kirin?
Di nivîsa dîroka 01.03.1932’an de tê pirsîn ku tevgera leşkerî wê îsal bê kirin an na?
Ev tenê bi vê belgeyê ne sînore. Ev di gelek belgeyan de heye. Beşek kesên Tirk ji Dêrsimê dibin Erzînganê. Tirkên muhacîr ên Çemîşgezekê jî çekan lê belav dikin. Ji bo parastin û şer.Gelek malbatên Tirk girtin û birin Erzînganê. Di sala 1934’ande çek û cebilxane li Tirkan hat belavkirin.
Qirkirina Dêrsimê şeklê herî giran ê konsepta îmhaya demî bû û xeleka dawî ya komkujiya Kurd bû. ev qirkirin komkujiya herî hov ya li ser Kurdan (Qizilbaşên Dêrsimê) hatiye meşandin. Van tevgerên îmhayê niyet û zîhniyeta rast a dewletê daniye holê.
Ev qirkirina kadroyên rêveberên dewleta Tirk tenê bi vê sînor nameye û piştre jî tevgereke gelek giran a dezenformasyonê pêk hatiye.